Jinên Kurd ji bo parastina mafê gelê xwe tedikoşin, berxwedidin û di oxira yekîtî û yekrêziya Kurd de berdelên giranbûha didin. Di tekoşîna maf û edaletê de jin pêşengiyeke berdêla wê girane dike. Ji ber wê jî rêzgirtina jinên şoreşger pîvaneke mirovî û exlaqî ye. Jinên Kurd bi tekoşîna xwe sînorên dagirkeran hildiweşînin û rê nadin polîtakayên parçekirinê. Ji ber wê ye li hemû deverên Kurdistanê jin dibin armanca hêzên dagirker. Lê jinên Kurd bi îradeyeke ji pola û baweriyeke berz tekoşîna xwe bilind dikin.
Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jinên têkoşer pêşmerge Xezal Mewlan, Nada Mîrî û Semîra Alayarî bi rêzdarî bibîrtinin û didin xuyakirin ku dengê tifinga jinên Kurd tenê bang û daxwaza azadiya jin û gelê Kurd dike.
Jin li hemberî feraseta desthiladar bi wêrekî tekoşîn dike. Em êrîşên li hemberî baregehên pêşmergeyên Komale yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Îranê ve tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Em wek YPJ diyar dikin ku şehadeta 3 jinên pêşmerge Nada, Semîra û Xezal ne tenê ji bo malbat, rêxistinên wan, ji bo me û ji bo gelê Kurdistanê û hemû hêzên azadîxwaz windahiyeke bi êş û giran e. Em bi taybetî bal dikişînin ser wê ku êrîşên li ser jinên pêşmerge ne tenê êrîşeke leşkerî ye, di heman demê de hewldaneke siyasî ya ji bo têkbirina rola jinan a di têkoşîna azadiyê de ye. Armanca van êrîşan ewe ku deng û hebûna jinan a di qada siyasî, leşkerî û civakî de kêm bikin. Lê weke jinên Kurd emê bi biryardarî û baweriyeke mezin, tekoşîna xwe ya azadiyê bidomînin û gavek jî paşve neavêjin.
Sedem çi dibe bila bibe, em pêşwazî nekirina termê Xezal Mewlan ji aliyê nexweşxaneyên herêma Kurdistanê û piştî şehîd bû jî ji bo wacibên olî negirtina mizgeftê rast nabînin û em banga lêpirsîneke lezgîn a di derbarê vê buyerê de li cihên pêwendîdar dikin. Ji ber Xezala ku giran brîndar bû, dikarîbû bihata rizgar kirin. Ev nêzîkatî di warê hestî û mirovî de ji bo me hemû jinan û gelê Kurd giran hat. Xezal weke jineke Kurd parastina ax û welatê xwe hilbijart. Ew weke jineke Kurd bi erkên xwe yên niştîmanperweriyê radibû. Li hemberî wê jî tu bereyên siyasî pêwîste ji bo cudahiya fikrî berjewendiyên civakî û netewî piştgûh nekin û bi taybet jî li hemberî tekoşîna jina Kurd a azadiya welat rêzdar bin.
Di van demên ku ji her alî ve êrîş li ser gelê Kurd hene, bê ku ferq û cûdahî bixin nava rêxistin û partiyên Kurdan divê em ji bo hevdû bibin palpişt.
Em bang li hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî yên Kurdistanê dikin ku li dijî van êrîşan bi yekdengî rawestin û yekîtiya neteweyî bi hêz bikin. Di demeke wisa de, parastina destkeftiyên gel û şehîdan tenê bi hevkarî û yekgirtinê pêkan dibe. Her cûdabûn û dubendî tenê dikare dijminan zêde bike.
Em di serî de ji bo malbata hêja ya Xezal Mewlan, hevalên wê yên tekoşînê û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Jina Kurd ji bo azadiya gelê xwe herdem bi dilek wêrek, fedakar û pêşeng têkoşiyaye rêz girtina tekoşîna jinan jî pîvanekî mirovî û gerdûnî ye. Em careke din di şexsê şehîd Xezal Mewlan de tevahî jinên welat hez û têkoşînvanên azadiyê silav dikin û em bawerin siberoja azad û bi ewle wê di pêşengiya jinan de misoger bibe.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
20.04.2026










