Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin Sozdar Dêrik bi rêka dîmen tevlî platforma çalakiyên hevpar ên jinên li Elmanyayê bû.

5

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin Sozdar Dêrik bi rêka dîmen tevlî platforma çalakiyên hevpar ên jinên li Elmanyayê bû.

Di bin çavdêrî û organîzasyona jinên Kurd û Elman de, jinan li Elmanyayê bi beşdarbûna gelek jinên ku ji welatên cuda yên  cîhanê re platformeke hevpar a çalakiyan li dar xistin.

Di platforma hevpar de   nirxandina têkoşîna jinan a 11 salan a li hemberî her cure neheqî û çewisandinêtê meşandin, hate niqaş kirin. Di çarçoveya xebatên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên li Elmanyayê de ku di encama şoreş û têkoşîna jinan a 11 salên dawî de hatiye bidestxistin de, endama Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê axaftinek kir. Fermandar Sozdar Dêrik di destpêka axaftina xwe de xebatên jinan ên ji bo lidarxistina vê platforma hevpar a ku dengê hemû jinan di nava xwe de dihewîne pîroz kir. Dêrik  bal kişand ser fedekariya Yekîneyên Parastina Jin a di nava refên şoreşa jinê de û wiha axaftina xwe domand: “Yekîneyên Parastina Jin bûne dengê hemû jinên ku rastî neheqî, çewisandin, kuştin û îşkenceyê hatine. Têkoşîna me bû tolhildana hemû jinên weke tevgera jinan li dijî rejîma baviksalar dike ye.”

 

Navenda Ragihandina YPJ