Bi amadebûna rêveberên Yekîneyên Parastina Jin, Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efxanistanê di bin dirûşmeya “Ji bo bersivdayîna qirkirina jinan, em jiyaneke azad ava bikin” forumek lidarxistin.”
Di çarçoveya hemleya piştgiriya jinên Şengal û Afganîstanê de, îro li Zanîngeha El-Şerq a bajarê Reqayê, Forûma Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin. Di forumê de hejmarek ji rêveber û şervanên Yekîneyên Parastina Jin, nûnerên sazî û meclîsên jinan ên sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
Forum bi deqeyek rêz ji bo giyanê pakrewanên welat hate destpêkirin. Ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin Zinarîn Qamişlo axaftina vekirina formê kir û di axaftinên xwe de wiha got: “ Şehîdên me ji bo ku şoreş bigihêje van rojan canê feda kirin û îro ji ber ku me jî bi avayekî wêrek li ber xwe da, em dikarin di vê formê de bi avayekî wêrek li ser navê tevahî jinan biaxivin.” Her wiha fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo mêvanên ku beşdarî forumê bûne û jinên çar aliyên cihanê formê dişopînin jî pîroz kir. Her wiha di axaftina xwe de behsa hewldanên Yekîneyên Parastina Jin û qurbaniyên şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê jî kir û got, “Em niha li bajarekî ku ji terora DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, vê formê lidardixin. Paytexta xîlafeta wê bû û li vî bajarê gelek jinên Êzidî hatin rizgarkirin. Em bi serbilindî soza xwe ya ji bo piştgirîdayîna jinên Êzidî yên ku ji ber zilma DAIŞ’ê êş kişandine, nû dikin.”
Qamişlo diyar kir ku “Pêwîste hemû jin bigihêjin wê astê, her dem parastina gelê û welatê xwe bikin. Ji bo parastina hemû jinan û rizgariya ji bindestiyê hemû berpirsyariyên ku divê hilgirin ser milên xwe û pêwîstiyên wê bi cih bînin.”
Piştre jî peyamên rêxistin, meclis û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin. Di formê de nîqaş li ser çar xalên sereke hatin nirxandin; Di mijara qirkirina jinan de li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li ser vê axê berxwedana jinên Êzidî girîng bû. Herî dawî jî li dijî hemû binpêkirinên li ser jinan rê û pêşniyarên tevger û rêxistinên jinan hatin pêşkêşkirin.
Li ser vê bingehê, yanzdeh xalên pêşniyarê hatin pêşkeş kirin.
Forum bi dirûşma “Bijî berxwedana jinên azad” û “Jin,Jiyan Azadî” hate bi dawî kirin.
Navenda Ragihandina YPJ









