
Bi merasîmekî girseyî Şêneyên bajarê Qamişlo dû şehîdên xwe oxirkirin
Bi sedan şêneyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina dû pakrewanên azadiyê berê xwe dan goristana şehîd Delîl Saroxan.
Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyana şehîdan destpêkir. Bi sedan kes ji saziyên sivîl û dezgehên rêberiya xweser ya herêmê beşdarî merasîman bûn.
Di merasîmê de axaftin ji aliyê saziya malbatên şehîdan û fermandariya hêzên leşkerî ve hatin kirin. Di axaftinan da hat diyar kirin ku” Bi saya şehîdên xwe wê azadiyê teqez bikin”.
Piştî axaftinê nasnameya her dû şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin û her dû rêhevalên me yên Şehîd Samir Îbrahîm û Dilbirîn Amed ber bi bê dawîbûnê ve hatin oxirkirin.
Navenda Ragihandina YPJ