Ez Şopdariya Rêya Azadiya We Dikim

Ez Şopdariya Rêya Azadiya We Dikim
Amara Efrîn
Dema ku mirov dixwaze ji bona Rêbertî hest û fikrên xwe binivîsîne, gotin têrê nakin, mirov li hember mezinbûna rastiya Rêber Apo heyran dimîne. Ez digihîjim asteke wisa ku pênûs di destên min de dilerizê.
Rêber Apo bi meşa xwe ya di jiyanê de têkoşîn di zarokatiya xwe de da destpêkirin. Bi ked û hezkirina xwe ya jiyanê, ji bona serkeftinê û pêkanîna armancên xwe her demê bi îsrar bû û bi îsrar e. Civak anî asteke wisa ku her kesek karibe her tiştekê fêm bike û tehlîl bike. Rêbertî di zarokatiya xwe de gelek tişt kirin. Ji bona ku karibe zarokan li derdora xwe kom bike, her gavek xwe ya di çiyayan de hevaltî dike. Rêbertî ev yek di heft saliya xwe de kir, ji ber ku di temenê xwe yê zarokatî de li pey têkoşîna azadiyê bû. Heta hevaltiya wî ya bi jinê re hişt ku, nakokiyên ku rastiyan derxe holê, destpê bikin. Eger di roja me ya îro de em gîhiştine asta şoreşa jinê, ev bi keda Rêbertî re pêkan bûye. Eger ku îro jin dikare têkoşîna azadiyê bide meşandin û di oxira nirxên ku jê bawer dike, bêteredût canê xwe bi ruhê fedaiyane bide, ev tevahî bi têkoşîna Rêber Apo gengaz bûye. Ji bona vê jî ez weke jinekê, şopdariya rêya azadiyê ya ku bi saya Rêbertiya me hatiye ronîkirin, dikim. Ezê her demê bikim. Ji ber ku tenê yek rêya xwe azadkirine heye; ew jî di rastiya fikir û felsefeya Rêbertî de xwe kûrkirin e. Ji bo ku ez karibim bersiva keda Rêbertî bidim, ev pêwîst e. Di fikir û rih de têkoşan girîng e. Ji bo ku ez karibim vê bikim, xwe anîna asta jineke zanebûyî pêwîst e.