Nameyek ji bo Rêbertî
Nameyek ji bo Rêbertî
Arîn Efrîn
Ez evîndarê jiyana azad im û hêviyên herî mezin bi hebûn û ramanên te mezin dikim. Mezinbûna jiyanê bi şewq û ronahiya Rojê ve pêş dikeve û ji bo tevahiya mirovahiyê dibe hêvî, dibe coşa jiyanê.
Rêberê min, bi fikir û ramanên te, em dibin şopdarê heqîqetê. Her demên ku derbas dibin eşqa azadiyê hîn zêdetir di nava dil û mêjiyê me de mezin dike. Weke ku mirov di nava agirê azadiyê de ji nû ve xwe ava bike û her avabûneke nû, bibe berdewamiya rêya berxwedaniyê. Di nava vê berxwedaniyê de bi fikrên herî azad, nas kirina dîrokên wendabûyî pêş dikeve û pê ve girêdayî heskirina jiyan û gerdûnê dixuliqê.
Kêlî bi kêlî li hember hebûn û rastiya te, xwe lêpirsîn bikim jî kêm e, ji ber ku te vejîna nû diyarî mirovahiyê kir. Tu di tarîtiyên herî kûr de ji bo tevahiya jinan bûyî ronahiya jiyanê. Di nava zordariyên serdestan de têkoşîna te bû hêviya çavên zarokan. Ji ber vê yekê ez hertim li hember rastiya te, xwe kêm dibînim û hertim hewl didim bersiva kedên bê hempa bidim. Ji bo vê di destpêkê de li hemberî xwe têkoşîn dikim. Em weke jin di oxira jiyana azad de canê xwe jî feda bikin li hember rastiya hebûna te kem e. Me soza serkeftinê daye, ji bona vê emê heta dawî di vê rêya pîroz de berxwe bidin, bibin şopdarê heqîqetê. Li hember hemû zordariyên desthiladariyê, te têkoşîna herî bi nirx û ya ku tucarî bin nakeve pêş xist û bi hezaran kes bi vê rastiyê re bûne yek.
Armanca min ya sereke roj bi roj hîn zêdetir di felsefa te ya jiyanê de kûr bibim. Ji ber ku her ku xwe nas bikim ewqasî rastiya dîrok û êşa gelê xwe jî nas dikim. Di bingeha rast jiyînê de rastî nasîn û fêmkirin jî heye. Ji bo şereke rast, di destpêkê de naskirin, fêrbûn û li gorî wan tevgera rast ya têkoşînê pêwîst dike. Serxistina van hemûyan jî di fêmkirin û naskirina rastiya Rêbertî de veşartiyê. Çavkaniya hemû ronahiyan weke hinaseyekê nêzî me ye. Ji ber vê yekê bi her awayî hîskirin mijara sereke ye. Ji bo ku ez bikaribim di wateya herî rast de bi te re hevaltî bikim, di destpêkê de xwe gihandina asta pîvanên jina azad pêwîst dike. Ji ber her ku ev pîvan werin dahurandin û cewherîkirin, ewqas rast dikarin pêşengtiya tê xwestin ji bo civaka xwe bikin. Em weke şervanên vê dozê soza şopandina heqîqet û têkoşînê didin. Li hember rastiya Rêbertî emê her tim rast nêz bibin.