Şervanan Li Herêma Firatê 4’ê Nîsanê Pîroz Kirin
Şervanên YPJ û YPG’ê û gel bi hevdû re Li herêma Firatê roja 4’ê Nîsanê Rojbûna RÊBER APO û Salvegera 11’ emîn ya Damezrandina YPJ’ê pîroz kirin.
Hem şeniyên herêmê hem jî şervanên YPJ-YPG bi çoşeke mezin Rojbûna Rêber Apo û Salvegera 11’emîn ya damezirandina YPJ’ê pîroz kirin. Fermandara Herêma Firatê ya YPJ’ê Sarya Efrîn di şahiyê de li ser wate û gîrîngiya rojê axifî û got “ Em iro 2 cejnan pîroz dikin, îro hem rojbûna Rêbertiye hem jî salvegera damezirandina YPJ’ê ye. Em vê rojê her miroveke ku rojbûna Rêbertî weke rojbûna xwe dibîne pîroz dikin. Ji ber ku rojbûna Rêbertî bû rojbûna netewekî, gelan, jinan û rojbûna netewa demokratîk. Em li derdora fikrê Rêber Apo civiyan. Weke jin em bi birdoziya Rêber Apo nû de ji dayikbûn. Me bi berxwedan destpê kir emê ji vir şûndatir jî li ber xwe bidin ta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe.”
Di dawiyê de jî şervanan ji bo rojbûna Rêber Apo dar çandin û govend gerandin.
Navenda Ragihandina YPJ










