Nûçe
YPJ û QSD’ê li navçeya Çelebiyê Ji Bo Malbatên Şehîdan Civînek Li Dar Xistin

Di civînê de rewşa siyasî, xirab kirina ewlehiyê, erîşên demên dawî û sûcên dijmirovî yên faşîzma Tirk û çeteyên wê ku li dijî gelê me pêk tîne, hatin nîqaşkirin. Civîn bi tevlîbûyina Malbatên şehîdan, Rêveberiya Xweser û Fermandara YPJ’ê ya Herêma Firatê Zinarîn Qamişlo, ji Rêveberên Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Mehmud Qeremox û Rêveberên Meclîsa Leşkerî ya Eyn Îsa Ebû Casim ve hate li darxistin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
05-09-2024