Ji Çapemenî û Raya Giştî Re
Di duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ku serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarê Seqizê destpêkirin û li hemû Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûn, em di kesayeta Jîna Emînî de hemû şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêzdar û minetdarî bi bîr tînin.
Jinên Kurd di 50 salên derbasbûyî de bi sekna xwe ya têkoşer, bi berxwedana xwe û bi helwesta xwe ya li dijî sîstema serdestiya baviksalar destkeftiyên pir mezin ji bo jinan bidest xistine. Yek ji qada têkoşînê ya Rêber Apo têkoşîna li dijî sîstema zilamsalar e û li ser vê bingehê jî jin bi îdeolojiya azadiya jinê kire xwedî îdeolojî, rêxistin, hêza parastinê, pergala hevserokatiyê û zanista Jineolojî.
Jin li ser bingehê pergala netewa demokratîk pergala xwe ya konfederal ava dikin û bi yekgirtineke xurt di hemû eniyan de li dijî çanda destavêtinê, li dijî sîstema baviksalar, netew-dewletên zilamsar û artêşên zilamsalar têkoşîneke radîkal didin meşandin.
Yek ji saheya girîng ya têkoşînê jî Rojhilat û Îran e ku li wir jin bi sîstemeke oldar, netewperest û hegemoniya zilam re rûbirû ye. Lewma jin ji mafên xwe yên seretayî jî mehrûm dimîne. Ruxmî ku şoreşa Îranê berhema têkoşîna hevpar ya gelan û ya jinan bû, lê ji hêla komek zilamên oldar ve hate xespkirin û bi vî rengî yek ziman, yek-ol, yek-mezheb û yek zayend tê sepandin. Li dijî vê yekê jinên Kurd û Îranî bi dehan sale ku bênavber têkoşîn dikin. Ji girtîgehan, kolanan, zanîngeh û dibistanan, heya kargehan di qada siyaset, çand, spor, aborî, perwerde û tendirûstiyê de jin di nav têkoşîneke xurt de ne. Rejîma zilamsalar ya Îranê li beramberî sekna jinan ya têkoşer bê tehemûl û bi tundî bersiv dide.
Jîna Emînî ji hêla rejîmeke bi vî rengî bi awayeke hovene rastê îşkenceyê hat. Kuştina vê jina ciwan ya Kurd rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Termê Jîna Emînî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” spartin axê û wiha jî ji Seqizê heya seranserê Rojhilat û Îranê pêvajoyeke girîng ya serhildanan destpêkir. Ev serhildan bi tundiyeke mezin ya rejîmê re rûbirû bû. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin darvekirin. Beşek zêde jî jin birîndar bûn. Niha jî li girtîgehên Îranê bi hezaran kes têne darizandin. Lê ev nayê wateya ku nerazîbûna gel li beramberî vê rejîma antî-demokratîk bidawî bûye. Ev nayê wateya ku ruhê serhildana jinan tefiyaye. Berovajoyê wê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê heya bigihîje daxwazên wekheviya civakî bi pêşengtiya jinan ber bi şoreşa jinê ve berdewam bike. Ji ber ku ev serhildan çavkaniya xwe ji felsefeya têkoşînê digire.
Em jî wek Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî pergal, zihniyet û êrîşên desthilatdariya zilamsalar bi îrade û vîna jinê ya cewherî têkoşîna parastinê dikin. Em didin diyarkirin ku têkoşîna jinan ya li her derê cîhanê çawa ku çavkaniya xwe yek e, encamên wê jî ji bo azadiya jinan dibe yek. Bi vê feraset û berpirsyariyê em piştgiriya xwe bi taybet ji bo têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi giştî ji bo têkoşîna jinan li her derê cîhanê dubare dikin û bangê jinên Kurd û herêmê dikin ku li dor felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xeleka ber bi şoreşa azadiyê ve diçe, xurtir û berfirehtir bikin.
Bimire Zihniyet û Pergala Zilamsalar!
Bijî Hevgirtina Jinan!
Jin, Jiyan, Azadî!
Bijî Rêber Apo!
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
16.09.2024