Ji Bo Bîranîna Şehîd Şervîn Şerdar Çalakiyek Hate Li Darxistin

5

 

Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ  li eniyên berxwedanê yên Minbicê çalakiyek li darxistin.

Di roja 10 Îlonê baregeha artêşa Tirk a dagirker ya gundê Yaşli ku dikeve bakur rojavayê Minbicê, bû hedefa şervanên me.

Ev baregeh bi awayek rojane gundewarên Minbicê topbaran dike û jiyana gelê me dixe metirsiyê de. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji vê baregehê bi awayek rojane hewl dide berê çeteyên xwe bide herêmê da ku dagirkeriya xwe firehtir bike. Şervanên me yên YPJ’ê li hember vê baregehê çalakî lidarxistin û di encama çalakiyê de radara baregeha Yaşli hate îmha kirin. Her wiha 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 ji wan jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandara Minbicê şehîd Şervîn Şerdar hate lidarxistin.

Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ li hemberî her awayî êrîşan ku gelê me û jinan dike hedef, wê çalakiyên me yên bersivdayînê bidomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ

18.09.2024