Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyekê Terorîst a DAÎŞ’ê êrîşî heza wan kiriye û şervanek şehîd û 3 şervan wan jî birîndar bûye.
QSD di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Çete yên DAÎŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê êrîşî erebeya hêze wan kiriye. Bi bersivdayîna êrîşî de pevçûn derketiye. Di vê pevçûnê de şervanekê wan gîhîştiye asta şahadetê û 3 şervanê wan birindar bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wiha ye: “ Danê êvarê li herêma Ebû Hemam a rojhilatê Dêrazorê di navbera hêzên me û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn derket.
Şaneyeke çeteyan bi awayekî xedar û tirsonak erebeyeke leşkerî ya hêzên me hedef girt û hêzên me bersiva vê êrişê da. Di encama pevçûn de şervanekî me şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûn. Her wiha hejmara kuştî û birîndarên şaneya êrişkar a çeteyên DAIŞ’ê nehat zanîn.
Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê rêxistina terorîst hewl dide sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê wergirin, ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û xurt bike, da ku êrişên terorî li dijî gelek deverên Sûriyeyê bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Lê hêzên me dê di têkoşîna xwe ya li dijî bermahiyên şaneyên terorîst de bidomin, ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.”









