Li Dêrazorê Dijî Şaneyên DAÎŞ’ê Operasyon

12

Hêzên Komandos ên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh operasyona ewlehiye li rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand  ku di operasyona ewlehiyê de 10 endamên şaneyê DAÎŞ’ê hatiye girtin û miqdareke çek û cebilxane hate desteser kirin.

QSD de di daxuyaniya xwe de diyar dike ku di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de hezê wan  li herema Dêrazorê de operasyonekê pêk aniye û wiha dibêje: Operasyon piştî şopandin, komkirina agahiyên zelal û têrker li ser endamên şaneyan û diyarkirina cihên wan, kiryarên terorî ku pêk anîn, hat lidarxistin. Piştî tespîtkirina cihên şaneyê, hêzên me derdora cih girt û 10 endamên şaneyê girtin ku destê wan di kiryarên terorî yên li dijî hêzên me, sivîl û saziyên giştî yên xizmetan de hene.Di operasyonê de miqdareke çek û cebilxane ku li gel terorîstên girtî  de hate desteserkirin. Her wiha hêzên me teqez dikin ku dê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên xwe yên ewlehî û leşekerî li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst bidomîne ta jêderên wan ên madî û manewî tune bikin.”

Navenda Ragihandina YPJ

16.05.2025