2025NûçeWêne

‘Bi Zayendperestiyê Deng û Rengê Jinê Hatiye Kuştin’

Şervanên QSD’ê xeteriya hişmendiya zayendperestî  ji bo civakê destnîşan kirin û gotin: “Bi zayendperestiyê Deng û rengê jinê hatiye kuştin û ev hişmendî  xeteriyeke mezin li ser hemû civakê avadike.”

Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku  bi pêşengtiya Rêber APO hatiye roja me, ya îro, gelek guherînên di warê fikrî de hatine çêkirin.   Li kêleka jinên ku li azadiya xwe hişyar bûne, bi hezaran mêrên ku dixwazin fikrên xwe yên desthilatdar bidin guhertin û derbas bikin hene.

Şervanên QSD’ê  nêrîn û helwestê xwe yên li hember  hişmendiya  mêrê serdest anîn ziman û gotin:  “Şoreşa  Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya ku weke şoreşa jinê jî tê zanîn,  di  nêzîkatiyên zayendperest ên li hember jinê dihatin kirin de guhertineke mezin daye çêkirin.”

‘Bi avabûna dewletê nehevsengiya di navbera jin û mêr de sazî bû

Şervanê Hêzên  Sûrya demokratîk (QSD) Hogir Hesekê bal kişand ser wekheviya jin û mêr ya  ku di dîroka mirovahiyê de heye û wiha got: “Destpêka mirovahiyê de jin û mêr li rex hev jiyan hev re dihunandin. Bi avabûna dewletê hevsengiya di navbera jin û mêr de hat xerab kirin. Piştî ku dewlet hat ava kirin her li pêşiya jinê qeyd û bend dihatin danîn û her bi fikrê ku jin nikare û nizane nêzîkatî ji jinê re dihate çêkirin.”

Hogir Hesekê rola YPJ’ê ya di şoreşa Rojava de destnîşan kir û wiha domand: “Ji salên 2011’an ve ku  şoreş hate destpêkirin û bi taybet jî bi avabûna yekîneyên parastina jinê re gelek guhertinên erênî çêbûn û ew fikrê ku bi çavek biçûk li jinê dihate meyze kirin hate guherîn.”

Şervanê hêzên Sûrya demokratîk Hogir di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ji vê hişmendiya  desthilatdar karibin bi lez xwe  rizgar bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke ku  Rêbertî  dibêje; ‘şoreşa me şoreşa jinê ye’ divê nêzîkatî jî li gorî ve misyonê  were çêkirin. Piştî şoreş hate avakirin, wan êdî dît ku jin û mêr dikarin li kêleka hev şer û têkoşînê bikin.”

 

‘Hêza jin heye ku tiştên jê hatine dizîn carek din bi dest bixe’

Şervanê hêzên Sûrya demokratîk Serhed Hesekê jî di nirxandinên xwe de bal kişand ser fikrê mêrê serdest ku li ser jinê hatiye ferz kirin û got: “Fikrê desthilatdariyê ku di kesayeta mêr de bi teşe bûye, jin aniye rewşa ku amûreke tenê ji bo zarok anînê. Hêza jin sînordar hiştin û jinê anîn rewşa ku nikare nêrînên xwe azad bîne ser ziman û nikare tiştekî bike. Şoreşa çandiniyê ku bi pêşengtiya jinê hate çêkirin, gelek dermanên nexweşiyan ku bi destê jinê hatine keşf kirin, bûn armanca mêrê serdest û bi vî awayî zilam di her warî de jin xiste astên jêr. Hêza jin heye ku tiştên jê hatine dizîn carek din bi dest bixe.

Şervanê hêzên Sûrya demokratîk Serhed Hesekê diyar kir ku Rêbertî bi bîr dixe di hundir şoreşa azadiyê de, şoreşa jinê ava kiriye û got:  “Bi saya fikrê Rêbertî îro jin carek din mafên xwe nas kir û êdî li gorî wê rêxistinbûyînên xwe didin avadikirin û têdikoşin û riya şehîd Zîlan, Bêrîtan û Avesta didomînin.

‘Deng û rengê jinê di civakê de hatiye kuştin’

Ji şervanê hêzên Sûrya demokratîk Agirî Qamişlo jî nêrînên xwe yên derbarê rastiya mêr a berê û piştî şoreşê de anîn ziman û  got: “Beriya ku şoreş were avakirin mêr di her alî û bi awayekî pir dijwar xwedî fikrê serdestî û desthilatdariyê bû. Her tişt di bin venêrîna mêr de dihate birêve birin û cihê jinê tune bû. Deng û rengê jinê di civakê de hatiye kuştin. Bi vejîna fikrê Rêbertî , wekhevî çêbû, me dît ku tiştê ku em dikarin bikin jin jî dikarin bikin, çawa ku em dikarin çekê bigrin destê xwe û şer bikin, jin jî dikare şer bike”.

Şervanê hêzên Sûrya demokratîk Agirî Qamişlo di dawiya de got: “Şoreşa Rojava  ne tenê fikrê azad di jinê de pêş xistiye,  her wiha  bandoriyeke mezin  li ser guhertina hişmendiya mêrê serdest jî daye çêkirin.”

 Navenda Ragihandina YPJ

                                                                                  30.06.2025

 

 

 

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Van jî kontrol bike
Kapalı
Başa dön tuşu