Çalakiya hevrê Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan di salvegera xwe ya 11’emîn de, ji hela fermandar û şervanên YPJ’ê ve bi merasîmeke leşkerî hatin bi bîr anîn.
Îro ji bo salvegera herdu fedayiyên hemdemî ku di Kobanê de xwe di dilê faşîzmê de teqandin, YPJ’ê bi merasîmeke leşkerî li bajarê Hesekê, Rêvana Rojava û Arîna Mîrkan bi bîr anîn. Yekîneyên Parastina Jina YPJ’ê di merasîmê de giyanê şehîdên xwe yên fedayî nûjen kir û carek din soza ku dane gelê xwe û hevrêyên xwe anîn ser ziman.
‘Heval Rêvana Salek Wê Di Nava YPJ’ê De Tijî Nebibû’
Di merasîma leşkerî de ji fermandarên YPJ’ê Dûrşîn Kobanê axivî û di kesayeta herdu hevrêyên fedayî de, tevahî şehîdên şoreşê bi bîr xist û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Weke tê zanîn di dema şerê Kobanê de, di germahiya şer de hevrê Rêvana weke jineke xwedî pîvanên welatperweriyê, berê xwe de nava refên YPJ’ê. Bi sekn, tevlîbûn, vîn û îsrara xwe ya berxwedanê heya hinaseya xwe ya dawî li ber xwe da û şer kir.” Fermandara YPJ’ê anî ziman ku di şerê Kobanê de ku berxwedaniyeke pir dijwar têde hate meşandin, şervanên YPJ û YPG’ê bi wê biryardariya ku ewê nehêlin dijmin bikeve xaka Kurdistanê, heya dawî şer kirin û li ber xwe dan û wiha axaftina xwe domand: “Heval Rêvana salek wê di nava YPJ’ê de tijî nebibû. Di heman salê de, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi hemû hovîtiyê xwe êrîş dikirin, hevrê Rêvana di çemberê de dimîne û birîndar dibe. Piştî ku birîndar dibe xwe di nava çetayan de diteqîne û wiha dighêje asta şehadetê.”
‘Weke Hevrê Rêvana Heval Arîn Jî Di Şerê Kobanê De Bû Sembola Berxwedanê’
Fermandara YPJ’ê Dûrşîn Kobanê di dewama axaftina xwe de hevrê Arîn Mîrkan jî bi bîr xist û jiyan û têkoşîna wê wiha derbirî: “Weke hevrê Rêvana heval Arîn jî di şerê Kobanê de bû sembola berxwedanê. Ew jî xwe di dilê û mejî dagirkeran de teqand û çalakiya fedayî bêyî dudilî pêk anî û wiha tevlî karwanên nemiran bû.” Dûrşîn Kobanê ji bo bîranîna herdu hevrêyên me got ku bi hezaran jinên wêrek ên weke Rêvana û Arîn di nava refên YPJ’ê de derketin û ji dijminê ku digot “Kobanê ket, wa wê bikeve” re gotin “Wê hişmendiya we bikeve”. fermandara YPJ’ê diyar kir ku ew giyana ji şerê Kobanê derket, berbelavî tevahî Rojava û şoreşê bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Giyanê ku herî dawî li Bendava Tişrîn, Pira Qereqozax, Dêr Hafir, Şehba, Heleb û Minbicê de xwe da der, heman giyanê berxwedaniya Kobanê bû. Ev jî bi saya raman û keda Rêber Apo ye ku ev giyan di me de çand. Herî dawî jî em dibêjin hevrêyên me yên Fedayî ji bo me bûn xetek ku divê em bişopînin û emê wê ala berxwedanê her li asîmanan bilind bikin.”
Navenda Ragihandina YPJ’ê
27.09.2025











