‘Bi Şerê Gelê Şoreşgerî Wê Dîsa Serkeftin Ya Me Be’

42

Gelê herema Cizîrê ji hemû bajar, navçe û gundewarên herema Cizîrê îro bi karwanekê berê xwe dan qada berxwedanê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Endama Kongra Star a kantona Hesekê Nehat Silêman diyar kir ku bi îradeya gel berxwedaniya Bendava Şehîdan bi serket û wiha nirxand: ‘Bi salane qirkirinek li dijî Kurdan tê meşandin. Lê bi îrada gel em biserdikevin. Çawa ku gel bi îradeyek xurt bere xwe dan bendavê û serkeftin bidest xistin. Îro bi heman awayî bi şerê gelê şoreşgerî wê dîsa serkeftin ya me be. Em niha bi karwana destpêkê bere xwe didin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê da ku li kêleka gele xwe û hêzên xwe têkoşîn bikin.’

‘Ger Bi Meşê Jî Be Em Gelê Xwe Yê Li Wir Bi Tene Nahêlin’

Welatiya bi navê Newroz Haşim piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê anî ziman û wiha axivî: ‘Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne bi tene ye. Berxwedaniya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo tevahî gelê Kurdistanê ye. Îro 80 milyon însan dile xwe ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyê lê dide. Ji bo wê çi ji me bê xwestin em ê bikin. Ger bi meşê jî be em gelê xwe yê li wir bi tene nahêlin. Em îro berê xwe xwe didin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, jiber ku îro dem dema meya, dem dema Serkeftinê ye. Îro ketina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ketina herçar parçeyên Kurdistanê ye. Em bang li hemû gele Kurd û gele aştîxwaz dikin ku îro çavê xwe ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re negrin.’

Welatiyê bi navê Hesen jî anî ziman ku ew îro bi konvoyê re bere xwe didin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û wiha anî ziman: ‘Heta noqteyek xwîn di canê me de heye, em dev ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bernadin. Heya em serkeftinê bi dest bixin em ê li wir bin.

Navenda Ragihandina YPJ

10.01.2026