Li gor agahiyên ku tên belavkirin cenazeya şervana Hêza Ewlekariya Hundirîn re êşkenceyeke dermirovî tê kirin. Ev nêzîkatî ne cara yekeme, lê belê li beramberî van rêbazên hovane jin û gele me tu caran netirsiyan, li beramberî vîya bû hêza avakirina azadiya xwe.
Li hemberî hişmendiya cîhadîst ya çeteyên dewleta Veguhez ya HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk di şerê Helebê de Hêzên Ewlekariya Jin heya van kêliyan berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinên azadîxwaz gelek caran bûn tirs û xofa dilê dijminê xwînxwar. Rûxmî hemû êrîşên dermirovî Jinên tolhildêr tu caran li beramberî hişmendiya desthilatdariyê serî netewandin. Di çanda Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navînde rûmeta jinê, rûmeta gele. Ji bo vê yeke çeteyên dagirker dixwazin nêzîkatiyên xwe yên der exlaqî yên şer re hêviyên gel bişkînin.
Li gor agahiyên ku tên belavkirin cenazeya şervana Hêza Ewlekariya Hundirîn re êşkenceyeke dermirovî tê kirin. Ev nêzîkatî ne cara yekeme, lê belê li beramberî van rêbazên hovane jin û gele me tu caran netirsiyan, li beramberî vîya bû hêza avakirina azadiya xwe. Hêzên Parastinê yên jin bi taybetî tu caran li hemberî vê hişmendiyê gav paşde neavêtiye û wê neavêji. Em dubare berxwedaniya Barîn Kobanê, Amara Rênas û Amargî Çiya bibîrtêxin, van şervanên pêşeng rûxmî hemû êrîşên hovane û dijî mirovahiyê berxwedanî hilbijartî bûn û îro şervanên Hêzên Ewlekariya Jin jî li ser vê rêcê dimeşin. Wek YPJ em xwe parastina hemû jinên Sûriyê û Cîhanê berpirsyar dibinin. Em van kiryarên dermirovî bi tundî şermezar dikin û em bang dikin ku li beramberî hemû kiryarên rûmeta jin û gelan dişkînin; mîreteya tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên fedaî yên li Helebê di şexsê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawaran da xwedî derbikevin da ku berxwedaniya serkeftinê çêbibe.
Fermandariya Giştî ya YPJ
10-01-2026










