Peymana ku di navbeynkariya hêzên navneteweyî, di navbera hêzên QSD’ê û hikûmeta veguhêz a Şamê de hatiye îmzekirin. Bi saetên siharê re hîn me hêzên xwe yên YPJ’ê û QSD’ê bi temamî ji heremên Dêr Hafir û Mesken paşve nekişandî, hate binpêkirin. Hikûmeta Şamê xwestin bi rêya çeteyên dewleta Tirk re Tebqa û Reqa jî dagirbikin û berê xwe bidin herema Cizîrê. Heya niha hêzên me hemû êrîşên wan di çarçoveya mafê rewa de bersivandine û êrîşên wan paşve dene. Heya niha gelek kuştî û birîndarên wan hene. Ger çeteyên hikûmeta Şamê van êrîşan nedin sekinandin û berdewam bikin em ê wek hêzên YPJ’ê ji bo hemû destkeftiyên şoreşa mirovahiyê biparêzin, bi taktik û performansa nûjen re bersiva wan bidin. Hemû hêzên me bi biryardariyekî mezin ji bo hemû awayî êrîşan bidin sekinandin cihê xwe di hemû çeperan de girtine û ger pêwîst bike pêşde biçin jî amade ne.
Fermandariya Giştî ya YPJ
17.01.2026










