Rêveberiya Xweser a Firatê: YPJ û YPG berxwedanek qehremanî nîşan dan

125

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê daxuyaniyek weşand. Daxuyani wiha ye:

“Ev zêdetirî hefteyekê ye, komên çete yên hikumeta Şamê, êrişên xwe li ser gundewarên Kobanê berdewam dikin û herêmê bi giştî dorpêç dikin. Ev yek bûye sedema kêmbûna pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, derman, av, elektrîk û sotemeniyê û niştecihên çend gundên li derdora Kobanê koçber kirine, malên wan tên xerakirin û talankirin. Ev yek bûye sedema krîzeke mirovî ya mezin ku mudaxeleya lezgîn hewce dike.

Ev êrişên li ser herêma me bi salvegera 11’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê re hevdem in. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedanek qehremanî nîşan dan ku têkçûnek mezin li komên çete dan, û ev der bû destpêka pêngavên rizgarkirinê û jiholêrakirina rêxistinên terorîst ên herî hovane ji herêm û cîhanê.

Îro, bajarê ku li ser navê tevahiya cîhanê li dijî terorê şer kir, li ber çavên cîhanê di bin êriş û dorpêçê de ye. Ev êrişa niha tê kirin, ne cudayî êrişa ku ji hêla DAIŞ’ê ve hate meşandin e, ji ber wê yekê carek din civaka navneteweyî dixe ber erk û berpirsiyariya exlaqî ku divê yekser mudaxele bike. Li hember vî şerê hovane, gelê me bi biryardarî û qehremaniyeke bênavber berxwedana xwe didomîne, mîna rihê berxwedana Kobaniyê ku rêxistina terorîst a herî hov têk bir. Bi heman îradeya ku ew serkeftina mezin bi dest xist, ew li heman bajarî rûplên nû yên berxwedanê dinivîsin.

Em, wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, van êriş û dorpêça li ser herêmên me hatî ferzkirin şermezar dikin. Em diyar dikin ku ew ê me ji berxwedan û têkoşînê dûr nexin heya ku em digihêjin armancên şoreşa xwe, azadî û jiyaneke birûmet. Em ê di çarçoveya seferberiya giştî de, refên xwe rêxistin bikin û berxwedanê bi hemû rê û derfetan mezin bikin.

Em bang li Kurdên li hemû beşên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku li kêleka berxwedana gelê Rojava bisekinin û tevlî wê bibin, ji ber ku şerê li ser herêma me hatî ferzkirin şerekî hebûnê ye û dê çarenûs û pêşeroja me diyar bike. Her wiha em bangek lezgîn li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin, dorpêça li ser herêmên me rakin, zextê li hikûmeta demkî bikin da ku êrişên xwe rawestîne û çareseriyek siyasî ji bo rewşa heyî bibînin.

Serkeftin ji bo doza me

Şîfaya bilez ji bo birîndaran

Şehîd namirin.”