Emê Bi Rûhê Berxwedaniya Kobanî Cardin Dagirkeriyê Têk Bibin

97

Kobanê sembola biryardarî û baweriya gelên azadîxwaze. Berxwedaniya ku di kolanên Kobanê de hate meşandin çarenûsa gelekî gûhert. Tekoşîna Kobanê  di jiyaneke azad û bi rûmet de israr kirine. Kobanê bi berxwedaniya xwe ye dîrokî, ji tevahî mirovahiyê re bû îfadeya hêvîya rojên azad.

Kobanê bi mehan di nava dorpeçeke giran da ma û çeteyên DAIŞ’ê bi avayekî herî hovane êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî hemû hovîtiyên çeteyên DAIŞ’ê jî, li serê her kolaneke Kobanê di pêşengtiya şervanê YPJ’ê û bi piştevaniya gelê me destanên qehremaniyê hatin nivîsandin.

Îro jî cardin heman feraseta cîhadîst ya ku di tu qadên jiyanê de hebûna jin nasnake, bi komên xwe yên çete êrîşî tevahî Rojava û bi taybet jî Kobanê dike. Ev êrîşên ku tên kirin, jiyan û ewlehiya gelê me dike xeteriyeke mezin. Armanca êrîşên sala 2015’an çi bûn, yên îro jî heman armancê dihewîne. Cardin bi van êrîşan dixwazin gelê me bi qirkirineke re rû bi rû bihêlin.

Gelê me ji bo bidestxistina azadiyê gelek berdelên giranbûha da. Serkeftina mezin a Kobanî ya di 26’ê Çileya 2015’an jî bi sekna gelê me yê leheng hate bidestxistin. Ji ber wê jî li hemberî van êrîşên ku destkeftî û îradeya  gelên me dike armanca, encax bi rûhe şerê gelê şoreşgerî dikare serkeftin were bidestin. Li ser vê esasê em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li derdora destkeftiyên şoreşê kom bibin da ku em bi rûhê yekîtiya netewî xwedî li hebûn û îradeya xwe derbikevin.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin di şexsê şehîdên xwe yên nemir Arîn, Rêvan, Gelhat,Herdem,İvana Hoffman, Sarya Ozgûr û tevahiya şehîdên xwe yên şoreşa Rojava bibîrtînin, em soza xwe ye pêkanîna xeyalên şehîdên nû dikin. Wê rihê berxwedaniya Kobanê serkeftina me teqez bike.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

26.01.2026