Cangoriyên berxwedana li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî ji fermandara YPJ’ê Sîdar Efrîn (Leyla Hemo), şervanên YPJ’ê Viyan Cûdî (Sara Hesen), Stêrk Rojhat (Nesrîn Xelîl), Rewşen Zana Efrîn (Rewşen Îbrahîm), şervanên QSD’ê Dilşêr Qamişlo (Îbrahîm Mihemed), Karker Qamişlo (Hesen Mele Hesen), Rojhat Qamişlo (Mîtan Hisên), Çiyager Armanc (Yezen Mihemed), Diyar Qamişlo (Ciwan Suhbî), Şêrewan Şêrawa (Hesen Elî) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kamil El Mio ji aliyê bi hezaran şêniyên Rojava ve li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin oxirkirin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero axivî.
Fermandarên YPJ’ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rohilat Efrîn jî di merasîmê de wiha axivî;
“Planek li dijî welat û destkeftiyên wê, ev plan qirkirina gelê me ye. Em ne lawaz in. Em ji 13 salan ve têkoşînê dikin. Ji destpêka avabûna YPJ’ê ve me soza dabû ku em gelê xwe neteriînin û em ê piştevanê gelê xwe bin. Me soz daye berdêl çi dibe bila bibe em ê vê axê biparêzin. Hevala Sîdar di gotina xwe ya dawîn de gotibû em vî gelê naterikînin. Mirin carek e, em bi rûmetî mirinê pêşwazî dikin.
Divê gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û hevgirtina xwe xurt bike. Em vê axê bernadin. Ev ax ava bûye da ku ya gelê wê bimîne. Wê cihê dagirkeran li vir nebe.”











