JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

74

Di 6’ê Çileyê û şûnde hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê û dewlete Tirk a dagirker bi her cûre teknîka xwe ya pêşketî êrîşên dijwar û nemerdane li dijî gelê me yê welatparêz dimeşînin. Hevrêya me Agirî Zagros û Siyajîn bi ruhê têkoşîn û berxwedaniya xwe li dijî van êrîşan sekinîn û bûn pêşengên têkoşîna me. Em di serî de ji mimarê jiyana azad Rêber Apo, malbatên hevrêyên xwe yên hêja û gelên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin û li hemberî cesareta wan bejna xwe ditewînin.
Hevrêya me Agirî Zagros ji bajarê berxwedanê yê Kobaanê di nava eşîra Kêtikî de çavên xwe li dinê vedike. Jiber welatparêziya malbatê ji zaroktî de tevgera me ya azadiyê nas dike. Di destpêka Şoreşa Rojava de tevlî nava refên azadiyê dibe. Hevrêya me Agirî Zagros xwe di nava tevgera azadiyê, di xeta jina azad de kûr dike. Li Rojavayê Kurdistanê di hemleyên Hesekê, Şedadê û Tebqayê de cihê xwe digre. Herwiha xwişka hevrêya me Sakîne Cansiz di berxwedana dîrokî ya Kobanê di sala 2014’an de digihêje asta şehadetê. Hevrêya me Agirî Zagros jî di dîroka 18’yê Çileya 2026’an de li Reqayê tevî grubek heval di kemîna çeteyan de digihêje asta şehadetê.
Hevrêya me Siyajîn li keleha berxwedanê Kobanê di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li dinê vedike û di nava eşîra Kêtikî de mezin dibe. Hevrêya me Siyajîn zewicî ye û di heman demê de dayîkek e. Jiber welatparêziya malbatê ji zaroktî ve tevgera azadiyê nas dike. Hevrê Siyajîn jî weke bi hezaran ciwanên Rojava, şahidiyê ji şoreşa Rojava re dike û pêl bi pêl di nava vê Şoreşê de mezin dibe. Ev êrîşên dijwar yên dagirkeriyê li ser Rojava, hevrêya me, ji nêz ve, jê re şahidî kiriye. Herwiha birayê hevrêya me Şervan Koro di sala 2015’an de li tevlî karwanên şehîdan dibe. Hevrêya me, xwe di fikir û felsefeya Rêbertî de bipêş dixe û bi sekna xwe ya jixwe bawer û wêrek tevlî şerê rûmetê dibe û di dîroka 18’yê Çileya 2026’an li bajarê Reqa tevlî karwanên nemira dibe.
Hevrêyên me Agirî Zagros û Siyajîn bi şerê xwe yê rûmetê bûn pêşengên jiyana azad. Em soz didin rêhevalên xwe yên hêja û birûmet, tu caran em ê ji armancên xwe yên Kurdistanek azad gav paşde neavêjin û di xeta jina azad de israr bikin. Emê hevrêyên xwe yên hêja her di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyîn. Em dubare li hemberî têkoşeriya van lehengan bejna xwe ditewînin û ji hemû gelê xwe yê welatparêz û berxwedêr re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya Hevrêyên ya Me Wiha ye:

Nasnav: Agirî Zagros
Nav û Paşnav: Zeynep Eto
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 18.01.2026 Reqa


Nasnav: Sîyajîn
Nav û Paşnav: Dîyala Koro
Navê Dayîkê: Ferîda
Navê Bav: Elaî el dîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 18.01.2026 Reqa

Silav û Rêzên Şoregerî
Fermandariya Giştî ya YPJ
29. 01. 2026