Home 2026 Bi Sedan Şêniyên Hesekê Ji Bo Azadiya Fîzîkî Ya Rêber APO Meşiyan

Bi Sedan Şêniyên Hesekê Ji Bo Azadiya Fîzîkî Ya Rêber APO Meşiyan

31

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiyan. Di meşe de alên Rêber APO hatin hildan û pankertên ‘Azadiya Fîzîkî Ya Rêber APO Naskirina Îradeya Gelê Kurd E’ û ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Mafê Hêvîyê Pêk Bê’ hatin vekirin. Di meşe de şêniyên bajêr û gelek sazî û dezgehên rêxistinî amade bûn.

Her wiha meş li çerxereya Kevokê destpê kir û hata çerxereya Şehîd Serhed veguherî mitîngê. Miting bi deqeyek rêzgirtin li ser tevahî giyanê şehîdan destpê kir.

Di meşe de peyam hat dayîn ku dewletên Navneteweyî qanûna mafê hêviyê derxistine û bi xwe ti rêzê ji qanûnên xwe re nagre û heta niha jî mafê hêviyê yê Rêber APO pêk ne anîne.

Çalaki bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.