Home 2026 ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ MODELEKE CÎHANÎ YE

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ MODELEKE CÎHANÎ YE

80

Şoreşa Rojava di dîroka 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de, bi bîr û baweriya jiyana azad ji tevahî cîhanê re hate ragihandin. Di salên ku weke bihara gelan dihate pênas kirin de, pergala qirkirin û bişaftinê bi hemû rê û rêbazan êrîşî hebûna gelan kir û hewlda dengê ku ji bo maf û azadiyê bilind dibe ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Lê li Rojavayê Kurdistanê biryardariya gelên herêmê, bû  helwesteke ku çarenûsa gelan guhert. Hemû ceribandinên şoreşan bi pêşveçûndinên xwe encamên xwe diyar dikin. Ji ber wê jî şoreş ji carekî de destpê nakin û bi encam nabin, şoreş têgeheke domdar û bêdawî ye. Şoreşa Rojava jî li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaze û bi navê azadiya gelan di dîrokê de rûpeleke nû vekir.

Berxwedaniya gelê herêmê bi pêşengiya gelê Kurd , bi feraseta netewa demokratîk ji roja ku hate îlan kirin heta roja îro ruxmî hemû dek û dolaban xwe parast û mayîndebûyîna xwe nîşanî tevahî cîhanê da. Helbet ev ramana jiyana wekhev û azad ku jin di eniyên herî pêş de pêşengtiya wê dikin, xwe dispêre paşxaneyeke gelek xurt. Rêber APO bi fikir û ramanê xwe di serî de gelê Kurd hemû gelên herêmê li derdora paradîgmaya modernîteya demokratîk kom kir û rêxistinbûyîna gelan jî bi Şoreşa Jin a Rojava re şênber kir.

Şoreşa Rojava 14 salan li pey li dihêle û dikeve sala xwe ye 15’an. Em 14. Salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di serî li Rêber Apo, gaziyên şoreşê, li hemû jinan û li gelê xwe pîroz dikin.

Rabûna gelan a ku li hemberî rejîma BAAS a zordest û desthildar, ji bo guhertina herêmê destpêkeke nû bû. Gelê Kurd di her dema dîrokê de li dijî feraseta netew-dewlet tekoşîn kir û tu car jî polîtîkayên wan ên qirker nepejirand. Ji ber wê jî di serî de li hemberî rejîma BAAS, li pey wê jî çi êrîşên ku bi rêka komên çete li ser herêmê hatin, serî netewand û pergala xwe bi xwe rêvebirinê ava kir. Bi modela netewaya demokratîk bi prensîba mafê jiyaneke wekhev di nava pergala xwe de cih da gelên Ereb, Tirkmen, Ermen , Suryan, Asurî û hemû gelên ku li herêmê dijîn. Ji ber wê jî hemû gelên herêmê şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa xwe dîtin. Weke xilasî û rizgariya xwe dîtin. Gelek caran ji aliyê hêzên hegemon ve hesab li ser herêmê hatin kirin, lê ev hesab tu carî neçûn serî, ji ber ku jinan û gelan azadiya xwe di modela Şoreşa Rojava de dîtin. Her êrîşa ku li ser Şoreşê çêbû ji aliyeê gelan ve bi bertek hate pêşwazî kirin û gelên azadîxwaz xwedî li şoreşa xwe derketin. Lewra planên li ser mafê gelan tên kirin, herdem bi biryardariya gelan tê vala derxistin.

Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ jî ji bo pêkhatin, domandin û mayînde kirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê herdem bûn xwedî sekneke wêrek. Ji eniyên şer heta rêveberina civakê, bi ked û fedakariyeke mezin pêşengiya şoreşê kirin. Hemana herî diyarker di nava rûpelên dîroka Şoreşa Rojava de hebûna jinan e, ji ber wê jî îro Şoreşa Rojava bûye model û hemû cîhan îlham jê digre. Ev rastî nikare were înkar kirin û ji xwe sirra serkeftina şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşengiya jinan e. YPJ bi hebûn, sekin û şêwazê jiyana xwe di nava hêzên parastinê de heta nava civakê de bû xwedî cihekî qedir bilind.

Helbet ji bo aramî û azadî li welatekî serwer be, gelek berdêlên giranbûha tên dayîn. Di nava van 14 salên Şoreşê de jî her roja ku hate jiyîn bi saya keda zarokên leheng ên vê axê çêbû. Şervanên YPJ-YPG û QSD’ê ji bo her bihûsteke axê were parastin kedeke bêhempa dan, tekoşîn kirin û canê xwe feda kirin. Gelê me zarokên xwe di nava şert û mercên giran û bê derfetiyan de mezin dikin, lê bê ku yek kêlî teredut bijîn ji bo parastina welat û rûmeta mirovahiyê zarokên xwe fedayî doza azadiyê dikin.

Me ewladên herî delal ên welatê xwe kire berdêla azadiya gelê xwe û morovahiyê, ji ber wê jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bê emsal e û naşibe tu şoreşên din ên cîhanê. Emê mîrateya ku şehîdên me yên nemir ji bo me hiştine, herdem biparêzin. Em careke din di kesayeta Bêrîvan, Devrîm, Silava, Gelhat, Arîn, Ziyad, Sîdar, Şîlan, Denîz, Raman û Koçerîn’an de hemû şehîdên Şoreşê bîbirtînin û soza domandina tekoşîna azadiyê nû dikin.  Emê bi ruh û kelecana roja yekem a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, parastina destkeftiyên şoreşê bikin û bi tekoşîna xwe şoreşa Jin mayînde bikin.

FERMANDARIYA GIŞTÎ A YPJ

18.07.2026