Home 2026 Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk serdana Yekîneyên Parastina Jin kir

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk serdana Yekîneyên Parastina Jin kir

110

Bi boneya  14 emîn a Şoreşa 19 ê Tîrmehê, Şoreşa  Rojava , şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serdana Yekîneyên Parastina Jin  (YPJ) kir.

Ew ji aliyê berdevk û fermandara YPJê Roksan Mihemed û endamên konseya YPJ ê ve hatin pêşwazîkirin.

Heval Roksan  Mihemed pêşwaziya şandeyê kir û li ser Şoreşa 19 ê Tîrmehê axivî, rêz ji  şehîdan û gel, bi taybetî jinan girt, ku di şoreşê de roleke bingehîn lîstin.

Wê her wiha li ser destkeftiyên şoreşê û rola jinan di nav wê de nîqaş kir. Şandeyê diyariyek bîranînê pêşkêşî YPJ ê kir.