Home 2026 JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

99

Bi boneya salvegera 12’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên paşverû yên DAIŞ’ê ve wekî qirkirineke sîstematîk li dijî vîn û hebûna civaka me ya Êzidî ya Şengalê hat pêkanîn em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. Di kesayetiya şehîdên fermana dawî de, em hemû cangoriyên ku li dijî hovîtiyê bedena xwe kirin mertal bi rêzdarî û hûrmet bi bîr tînin. Birîna kûr a ku li dil û hişmendiya gelê me yê Şengalê hatiye vekirin, tenê bi bilindkirina asta têkoşînê, avakirina xweseriyê û birêxistinbûna civakî dikare bê pêçan.

Çeteyên hov ên DAIŞ’ê, bi piştgirî û plansaziya dewleta Tirk a dagirker, hewl dan qirkirina ku li ser civaka me ya Êzidî ya resen a Şengalê dabûn destpêkirin bixin qonaxa qirkirina giştî ya li dijî tevahiya gelê Kurd.

Ji bo pêkanîna vê stratejiya tarî, ji Kobanê heya Şengal û Mexmûrê, êrîşên herî hovane û qirêj birin ser jin, zarok û kalên me. Hêzên mîna PDK’ê ku beriya niha doza parastinê dikirin, di wê kêliya dîrokî de berpirsiyariya xwe red kirin, civaka Êzidî di nav lepên hovîtiyê de hiştin û ew rûbirûyî komkujiyek bêaman kirin. Lê belê ev senaryoya tarî bi berxwedana destanî ya 12 siwariyan re rûbirûyî têkçûneke dîrokî bû. Di şexsê jinên tije bawerî û şerker de, ew hişmendiya baviksalar û destdirêjker a ku dixwest vîna azad dîl bigire, bi tevahî hat hilweşandin. Armanca van êrîşan ne tenê tunekirina fîzîkî bû; armanca sereke bêîradehiştina civakê û qutkirina gelê Şengalê ji koka wan a dîrokî û xwebûna Êzdiyatiyê bû. Kiryarên vê koma çeteyan ji kuştin û dîlgirtinê heta wêrankirina hafiza çandî û hewldana tunekirina hebûna olî di bingeha xwe de li dijî nirxên mirovahiyê û felsefeya jiyana azad sûcekî mezin ê dîrokî ye.

Em bang li  wijdana giştî ya civaka navneteweyî dikin ku ji bo rizgarkirina bi hezaran jin û ciwanên me yên Êzidî ku hîn jî dîlgirtîne, berpirsiyariya xwe ya exlakî û dîrokî bi cih bînin; ji ber ku xwedîderketina li gelê Êzidî pîvana bingehîn a mirovahiyê ye. Pêwîst e baş bê zanîn ku gefên li ser Şengalê ne tenê li dijî erdnîgariyekê ne, belê rasterast hedefgirtina hebûna siyasî, civakî û nasnameya resen a tevahiya gelê Kurd e. Garantiya tekane û pênasa rastîn a parastina civaka me ya Êzidî, tenê bi kûrkirina pergala xwerêveberiya demokratîk û naskirina fermî ya mafên wan ên siyasî û çandî pêkan e. Parastina berxwedan û îradeya azad a Şengalê, xwedîderketina li cewher û paşeroja hevpar a tevahiya gelên azad e.

Em soz didin ku heta rizgarkirin û diyarkirina çarenûsa hemû jinên me yên hatine dîlgirtin, em ê têkoşîna xwe bê navber û bi biryardariyeke mezin domdar bikin. Ji bo afirandina jiyaneke azad, wekhev û bi aram ku hêjayî civaka me ya Êzidî ye, em ê tevahiya piştgiriya xwe ya exlakî û mirovî bixin meriyetê û bibin deng û îradeya gelê xwe yê Êzidiyên berxwedêr.

 

Fermandariya gişti a YPJ ê

03,08,2026