Welatiyên bajarê berxwedan yê Kobanê, îro 3’ê Tebaxa 2026’an, di 12’emîn salvegera komkujiya Şengalê de, bi daxuyaniyekê li Dora Qada Jina Azad rawestiyan.
Çalakiyê di saet 11:00’an de bi beşdariya gel û nûnerên saziyên sivîl dest pê kir û amadebûyan ji bo rûmeta giyanê şehîdên Şengalê deqeyeke rêzgirtin hate girtin.
Di destpêka axaftinê de Colî Temê daxuyaniya ku hat xwendin de, sûcên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê yên li dijî pêkhateya Êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ li Şengalê qirkirineke komî pêk anî ku tê de mêr bi awayekî komî hatin qetilkirin, jin hatin revandin û bi hezaran sivîl ji malên xwe hatin derxistin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku “Gelê bajarê Kobanê her dem dê li kêleka gelê Êzidî be û berxwedana Kobanê û Şengalê du riyên heman berxwedanê ne li hemberî teror û tundrewiyê”. Her wiha daxwaza naskirina qirkirina Êzidiyan û darizandina sûcdaran û vegerandina koçberan bo warên xwe û dabînkirina ewlehiya wan hat kirin.











