Home 2026 Daxuyanî di derbarê YPJ de

Daxuyanî di derbarê YPJ de

175

Di çarçoveya peymana 29 Çileya 2026’an, weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ danûstandinên me bi Şamê re dewam dikin.

Me di meha Nîsanê de hevdîtin bi wezîrê parastinê Murhaf Ebû Qasra re pêk anîbû. Her wiha me pêşnûmeyeke ji nêrîn û pêşniyarên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêş kiribû.

Heya niha ti pêşniyar an jî biryareke fermî ji aliyê rayedarên Şamê ji me re nehatiye ragihandin.

Nêrîn hene ku YPJ wek hêzeke xweser a dijterorê di nava wezareta hundurîn de cih bigre, lê belê heya vê kêliyê em negihane biryareke zelal.

Rojên pêş ji bo goftûgokirina vê mijarê wê hevdîtinên me li gel rayedarên Şamê pêk werin.

Heya ku em mîrateya YPJ bixin bin ewlehî û misogeriyeke qanûnî wê têkoşîn û xebatên me dewam bikin.

 

Berdevka Ragihandina YPJ

Ruken Cemal

04.08.2026