Home Nûçe Pêngava Cenga Rojava Li bajarê Serêkaniyê

Pêngava Cenga Rojava Li bajarê Serêkaniyê

84

Pêngava cenga Rojava li bajarê Serêkaniyê di roja şeşemîn de bi berxwedaniyeke dîrokî ve berdewam dike. Li eniyên Rojhilat û Rojavayê bajêr, her wiha li xeta sînor bi xwe jî şer û pevçûnê pir dijwar tê jiyankirin. Şervan bi fedekarî û lehengiyeke mezin bersiv didin êrîşên artêşa Tirk a dagirker. Îro di seat 11:30 de şervanên YPJ û QSD li hemberî komeke çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakiyek li darxistin. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên dijmin çêbûn, lê hejmar nayê zanîn. Nûçegihana Navenda Ragihandina YPJ’ê dîmenên vê çalakiyê girt. Em jî vê dîmena dîrokî a ku yek ji resmên berxwedana dîrokî a bajarê Serêkaniyê ye bi we re parve dikin.

Navenda Ragihandina YPJ
14 Cotmeh 2019
Bajarê berxwedêr Serêkaniyê