LEZGÎN:
Gundê ku di navbera Ayn Îsa û Girê Spi de şer û pevçûn bi dijwarî didome . Li gûndê Kendalê BMB ya çeteyan hate rûxandin û şoforê wê jî hate kûştin.
Li gûndê Yarqo ya ku di navbera Tilabyad û Eyn Îsa de ye, şervanan bi çalakiya mayinê li hemberi konvoya dijmin çalakî pêk anîn û BMB hat rûxandin. Di encama vê çalakiyê de kûştî û birîndarê dijmin ne dîyar e.
Nêzikî Eyn Îsa 5 km jî dijmin dema ku di liv û tevgerê de bû, bi awayekî bi bandor şervanan bersiva wan de, di encamê vê de gelek birindarê dijmin heye. Di heman pevçûnê de 2 erebê Doçka ketin destê şervanan de. Dimenê vê çalakiyê wê piştre bi raya gişti re bê parve kirin.
Dûh bi şev Gûndê Celbê ya ku nêzî Tilabyad ê ji alîyê çeteyên dagirker ya Tirk ve hatibû dagirkirin lê ji alîyê şervanan ve careke din hat rizgarkirin û li hemberî bersiv dayîna şervanan çete paş de direvin.
Li Gûndê Wesîta ya ku di navbera Tilfindir û Eyn Îsa de cih digre, dema ku konvoya dijmin di tevgerê de ye, şervanan çalakî pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 5 birindar û 1 kûştîyek dijmin heye .
Navenda Ragihandina YPJ
16.10.2019 – Girê Spî








