Home Nûçe Tevgera Erdogan Ne Kaniya Aşîtiyê Kaniya Xwînê Ye 

Tevgera Erdogan Ne Kaniya Aşîtiyê Kaniya Xwînê Ye 

69

Di 14’ê meha Cotmehê de li gundê Çatalê yê girêdayî bajarê Dirbesiyê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de sivîlê bi navê Îzeddîn ê 52 salî rûxmê jiyana xwe ji dest da bû. Di heman topbaranê de sivîlê bi navê Muzaffer Yûsûf û Naman Ehmed jî  birîndar bûbûn.

Hevjîna Îzeddîn, Leyla Cengîzxan ya endama asayişê di merasîma hevjînê xwe de, hêrsa xweyî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk wiha anî ser ziman û şahadeta hevjînê xwe bi van gotinan pêşwazî kir: “Tekoşîna te tekoşîna Apocîya ne. Te bi du rexta û bi du çekan li hemberî dagirkeran weke Êlîşerê Kurdan weke pilingê Kurdan ber xwe da. Îzeddîn ji tang û topên dagirkeran netirsiya. Her bijî ji te re! Her bijî ji te re!”

Leyla Cengîzxan ev êrîşên hovane yê dewleta Tirk a dagirker ku li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirî û di heman demê de ev êrîş weke Kaniya Aşîti yê bi nav kirina wan re wiha bersiv da Erdogan: “Ev ne Kaniya Aşîtiyê ye, ev Kaniya Xwînê ye.”

Navenda Ragihandina YPJ

16.10.2019-Dirbersiyê