DîmenNûçeWêne

Emel rojava ‘Pêwîste em bi xwe re li aliyê hêz, vîn û azadiyê bigerin û di riya heqiqetê de cihê xwe yê rast peyda bikin’.

Emel rojava ‘Pêwîste em bi xwe re li aliyê hêz, vîn û azadiyê bigerin û di riya heqiqetê de cihê xwe yê rast peyda bikin’.

Navê min Emel rojava ye, ez cihê xwe di nav yekîneyên parastina jin YPJ’ê de digrim. Em îro roja 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê bi bîrtînin, ev roj ji bo bîranîna jinên têkoşer û şoreşgere ku wan ji bona îradeya xwe têkoşîn dane meşandin. Jinan di sala 1957’an de ji bona ku mafê xwe bigrin girekê li dardixin, di vê girevê de daxwaza wekhevî, edalet û mafê dengdanê dikin. Lê bi êrîşa polîsan ya li ser kargeha cildirûnê re nêzî 129 jin têne şewitandin û jiyana xwe ji dest didin. Jina têkoşer ya bi navê kilara zetkîn ji bo bîranîna wan jinan di konferansa duyemîn ya derbarê rewşa jinan de pêşinyar dike ku ev roj li tevahî cîhanê weke Roja Jinên Têkoşer bê pejirandin. Di asta cîhan de jî di  vê rojê de nirxdariya li hember jin û rêzdariya li hember xebatên wê yê ku civakê pê ava dike tê diyar kirin.

 Em wekî yekîneyên parastina jin vê rojê di heman demê de wekî bîranîn û nirxdariya li hember ked û xebatên YPJ’ê ku di her qadê de xwedî tekoşînekî mezine, her wiha rêhevalên xwe yê şehîd ku di berdêla azadiya welat û jin’ê de de canê xwe fedakirine, digrin dest.

 Li ser vî bingehî, em li ser navê yekîneyên Parastina Jin roja 8’ê Adarê  li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Wekî jinekî Ereb banga min ji hemû jinên Ereb re ewe ku li xwebûna xwe bigerin, aliyên xwe yê hêz, vîn û azadiyê bibînin her wiha cihê xwe yê rast di pirojrya Neteweya Demokratîk ya ku bihizrê Rêber Apo ve hatiye avakirin peyda bikin û li ser vê riyê bimeşin.

Em piştgirî didin hemû jinên ku cihê xwe di xebatên Siyasî, Leşgerî, Aborî û medenî de digrin, dikin.

“ Wekî şervanên yekîneyên parastina jin em soz didin ku emê dayim hemû jinan li hemberî zilmê û…. Biparêzin û xwedî li wan derkevin”.

Navenda Ragihandina YPJ’ê 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button