DîmenNûçeWêne

Rengîn Tebqa: “Jinan di her qadên leşkerî û civakî de hêjayiya xwe îspat kiriye.”

 

Rengîn Tebqa: “Jinan di her qadên leşkerî û civakî de hêjayiya xwe îspat kiriye.”

Navê min Rengîn Tebqa ye, ez cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin de digirim, bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em vê rojê li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Jin bûne xwedî îrade, daxwaza azadî û mafên xwe dikin û bi biryar li pêşberî zihniyeta mêr rawestiyane ku xwe azad bikin. Dema em behsa azadiyê dikin, ev têgehek ne teng e ku di hin civakan de tê dîtin, azadî ew e ku jin bi îradeyek bihêz mafên xwe bi kar bîne û di hemû qadan de bibe pêşeng, dikare hemû mafên xwe bixwaze û biparêze. di saziyên leşkerî û sivîl de rola xwe bilîzin û jin cihê xwe di hevserokatiyê de bigirin. Jinan îro di hemû qadên leşkerî û civakî de qîmeta xwe îsbat kiriye, di eniyên şer de jî rola xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin de parastiye. Dema em di heman demê de behsa jinên Ereb dikin, em behsa hemû jinên cîhanê dikin, ji ber ku jin di civaka Ereb de êdî dikarin xwe azad bikin, xwe îfade bikin û saziyan birêve bibin. Piştî ku siya DAIŞ a terorîst ji holê hat rakirin, jinan karîn gelek zehmetiyên xwe yên di nava civakê de derbas bikin. Bi saya fikrê ronî yê Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên jin ên ku ji bo me bûne mînak, weke şehîd Rojbîn Ereb, rêhevaleke Ereb e ku navê wê di dîrokê de di nava rûpelên xwe yên giranbiha de cih girtiye. navend û dezgehên leşkerî niha bi navê wê tê gotin. Em bi van destkeftî û nirxên şehîdên xwe serbilind in. Rastiya ku jinên Ereb di civakê de bi gelek urf û adetên kevnar hatine birêvebirin. Bi salan jin pêş ketin û karîbûn ji van bandoran xilas bibin. Êdî jin dikarin cil û bergên leşkerî li xwe bikin û biçin eniyên şer li dijî dijmin şer bikin û di her derdor de bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman.

“Em ê ji bo nirxên şoreşê, şehîdên xwe û hevrêyên xwe berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin û roja cîhanî ya jinan careke din li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû cîhanê pîroz dikin.”

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button