GotarWêne

Tevlîbûneke Bi Ruhê Arîn Û Sarayan Hêvî Dikim

Tevlîbûneke Bi Ruhê Arîn Û Sarayan Hêvî Dikim

Şehîd Nûda Gulbihar

Jin jiyan e. Jina ku di Neolotîkê de bi vîna xwe dijiya, xwedawendan jiyanê yên li ser erdê ne. xiyaneta Enkî êrîşa destpêkê bû. Dest avêt 104 çavkaniyên jiyanê ya jinê. Şerê Înanna yê li hember zilamê xasûk û desthilatdar, bi hezar salan û heta roja me ya îro berdewam dike. Her ku zilma desthilatdaran zêdetir bû, wê jî bêtir liberxwe da.

Serpêhatiya çîroka 8’ê adarê rastiya desthilatdariyê û jina kedkar nîşan dide. Di sala 1857’an de 129 jinên ku mafê xwe dixwestin hatin şewitandin. Olîmpîa Degûes ji bo mafê xwe dema xwest siyaset bike serê wê li giyotînê dan. Li Fransayê di sedsala 19’an de, êdî mafê jinê yê mirinê ji yê axaftin û biryardayînê zêdetir bû û teqez pêkdihat ev maf.

Lê jinan li hember tu êrîşan dest ji daxwazên xwe yên azadiyê ber nedan û koledarî qebûl nekirin. Rêber Apo dibêje: “Dîroka jinê ya koledarî nehatiye nivîsandin û ya azadiyê jî hîn li benda nivîsandinê ye. Pirsgirêk ne jinbûyên an jî zilambûyîn e, ya girîng fêmkirina du alîtiya xwezayê ye. Wekî şev û roj, reş û sipî, germ û sar, jin û zilam. Bêyî ku ev bên fêmkirin tiştên din jî nayên fêmkirin.”

Êdî di roja me ya îro de artêşa jinê ava bûye. Jin êdî dikarin xwe biparêzin. Ji bo nirx û armancên xwe şer bikin. Herwiha siyaset dikin. Êdî dikarin mafên xwe biparêzin. Wiha jî roja jinên kedkar ên cîhanê, bûye roja zivirandina cewherê xwe.

Meha Adarê ku destpêka biharê ye, di her zindîyekê de xweşikbûneke taybet ava dike. Di nav wan da ya herî xweşik jin e. Lewre jin jî perçeyek ji xwezayê ye. Jin, heskirin, girêdan û hêvîkirin bi Rêbertî re naskir. Ji gorê rabû û li jiyanê zivirî. Îro jî di şexsê YPJ ê de, di çemberan de şer dike û vîna xwe diparêze.

Em roja 8’ê Adarê ya jinên kedkar ên cîhanê, bi kelecanek mezin pêşwazî dikin, hêvî û bawer dikin ku ev sal bibe sala azadiya jinên Kurd û Kurdistanê. Em roja jinên kedkar yên hemû cîhanê pîroz dikin, tevlîbûneke bi ruhê Arîn û Sarayan hêvî dikin.

 

 

                                                                                   

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button