GotarWêne

Jin Çavkaniya Jiyanê Ya Herî Pîroz E

Jin Çavkaniya Jiyanê Ya Herî Pîroz E

Akademiya Şehîd Rustem Cûdî

Taxima Şehîd Denîz Tolhildan

 

8’ê Adarê roja jinên kedkar ê cîhanê pîroz be. Em vê rojê di serî li Rêber Apo, Rêhevalên xwe yên şehîd, hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin.

Rêbertî di zaroktiya xwe de dest avêt pêşengtiya tiştên ku bala wî dikşîne. Ji tu nakokiyan nareve, an jî ji nedîtî nayê. Tim li pey nakokiyên xwe dikeve. Yek ji mijara ku bala wî dikişîne, heta pê hêrs dibe mijara jinê ye. Koletî û bindestiya jinê Rêbertî pir hêrs dike. Jin, çawa dikare bijî, çawa dikare bibe xwedî maf û îradeyeke azad, li ser van mijaran disekine. Çeka ku Rêbertî da destê me jinan ‘Îdeolojiya Azadiya Jinê ye’. Ji bona ku em bibin milîtanên pêşeng, pêwîste di her alî de têr û tîjî têkoşîn bikin. Ji bo vê jî fêmkirina îdeolojiya azadiya jinê pir girîng e. Divê em jinên têkoşer di aliyê fikir, hest û têkoşîn de bibin weke pola.

Rêber Apo di dahurandinên xwe de tîne ziman ku “ji bo jiyaneke berfireh xwe biafirînin”.  Wiha jî dema jinê bi dest digire, di heman astê de jinê bi jiyanê re dike yek. Bi vê nirxandinê re em jî fêr bûn ku divê em têkoşînê bi rengê azadiyê bixemilînin.

Gelek fîlozofên cîhanê derketin, lê nekarîn aqilê mêr derbas bikin. Li kêleka we jî qet nefikirîn ku şoreşa jinê pêş bixin. Rêbertî li kêleka van hemû tiştan ‘Şoreşa jinê’ xistiye rojeva me. Erka pêkanînê daye me. Wiha jî bi bilindkirina jinê re dixwaze civakê rizgar bike. Çawa ku yekemîn şoreşa civakbûnê bi jinê destpêkiriye, îro jî şoreşa civakî bi şoreşa jinê pêkan e.

Yek ji sedemên hêrsa dijmin li berbamberî Rêbertî jî eve ku Rêbertî jin ji pergala desthilatdar rizgar kiriye. Rêbertî ji bo jinê bîne asta artêşbûnê û partîbûnê kedên bêhempa daye. Ji bona wê jî divê em wek jin têkoşîna xwe ya serketinê bilind bikin. Emê hem bibin şoreşgerên şoreşa jinê, hem jî li dijî sîstema komplo yê, tecrîdê û qirkirinê şereke mezin bimeşînin.

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button