
12‘ê Adarê, Agirê Şoreşê
Bûyer bi êrîşkirina alîgirên taxima Fetiwa ya Erebî (Derezor) dest pê kir û veguherî serhildaneke Kurdan ku li bajarên din ên Kurdan belav bû.
Îro salvegera serhildana 12’ê Adarê ya sala 2004’an a li stadyuma şaredariya bajarê Qamişlo, ya ku piştre hat binavkirin “Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê”, ku tê de bûyerên bi hêrs derketin, piştî hewldana rêjîma Baas ji bo derxistina nakokiyan di navbera Ereb û Kurdan de. Li kolanan xwepêşandanên gel yên bi hêrs û rûbirû bûn di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekarî de derketin û di encamê de zêdetirî 50 şehîd ji bajarên cûrbicûr ên Kurdistanê hatin şehîdkirin û bi sedan birîndar û zêdetirî 4000 kes jî hatin binçavkirin.
Şervana Yekîneyên Parastina Jin Bêrîtan Qamişlo dibêje: Ev êrîş ji aliyê rejîma Baas ve hatiye plankirin, bi armanca ku nakokiyan di navbera pêkhateya Kurd û pêkhateya Ereb de derxe û nehêle ku ew bibin yek dest û yek gel.
Xanim Behîa Salih Mîrovê şehîd (Mihemed Ebdulrezaq Ibrahîm) ku di 12’ê Adarê de li ser destê rêjîma Baas şehîd bû, dibêje, “Em xemgîn bûn û êşeke mezin jî me kişand ji ber wendakirina Mihemed. Em ji ber zilma giran daketin kolanan, xwîn hat rijandin û dilê dayikan şikandin.”
Teqez kir ku tevî ku rejîmê hewl dide nakokiyan di navbera me de derxîne jî, em hemû birayên hev in, bijî biratiya gelan, şoreşa me berdewam e.
Şervana Yekîneyên Parastina Jin Rojbîn Çıl Axa dibêje: Bûyerên 12’ê Adarê komployeke ji aliyê rejîmê ve bi armanca sabotajê di navbera Ereb û Kurdan de hatibû plankirin, lê tişta ku dixwestin bikin pêk nehat. Şoreşa Rojava dest pê kir û gelek şehîd û fedekarî hatin dayin û ev yek jî bu bingehekî xurt ji bo şoreşê.
Weke ku wê di axaftina xwe de anî ziman, “Ew şerê ku li Dêrezorê di navbera Ereb û Kurdan de derketiye, ez di wan bûyeran de amade bûm ku rejîmê hewl da ku nakokiyan di nav me de belav bike, lê wê negihê armanca xwe, ji ber ku Emê birayê hev bin û emê li ser armanca xwe, biratiya gelan û avakirina welatekî ku hemû netew tê de beşdar bibin, israr bikin.” Ji Ereb, Kurd, Çerkez û Suryanî.”
Her wiha Rojbîn Çıl Axa got, “Ez weke jineke Ereb û şervana Yekîneyên Parastina Jin, ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan fêr bûm ku divê jin çawa azad bibe û di jiyanê de çawa be.”
Navenda Ragihandina YPJ