Hêviya Min Roja Azad e
Zendavesta Zerdeşt
Di nava Tevgera Azadiyê de tişta sereke ya ku ez hêvî dikim û roj bi roj tekoşîna wê didim bêguman xwe ji nû de afirandin û pîvanên jina azad weke rêheval Zîlan, Arîn û Avêsta Xabur di kesayeta xwe de ava kirin, li gorî vê di jiyana azadiya ku bi felsefeya Rêber Apo tê mezin kirin, bigihîjim serketinê. Ez bi xeyalên fedaiyane di xeta Rêber Apo de dixwazim xwe pêş bixim.
Di nava şoreşa Rojhilata Navîn de bûna xwedî erkên girîng yên serkeftinê, pir girîng e. Tevgera Azadiyê weke deryayekê ye û ez jî xwe weke dilopeke ji vê deryayê dibinim. Ji ber vê yekê yek ji armanca min ya sereke di nava vê şoreşê de gihîştina serkeftinê ye. Weke kesayet di hebûna min de tişta herî girîng ya ku ez kêlî bi kêlî ji bo wê têkoşîn dikim, dîtina Rêbertî ye. Bi rastî xeyal û hêviya min ya herî mezin dîtina Rêbertî ye. Ew bi felsefe û fikra xwe ya azad di dilê hemû gelan de bi taybetî jî di dilê tevahiya jinan de cih digre. Ger ku di roja me ya îro de jin bi fikir û îradeya xwe ya azad di çeperên herî pêş de pêşengtiya berxwedaniya serdemê dike, di vê de hêza Rêbertî tişta herî diyarker e. Naskirina hebûn û heqîqetê bi naskirina Rêbertî Apo re pêş dikeve, ji ber ku ew bi nîşaneya rêya azadiyê re dibe ronahiya gerdûnê.
Rêber Apo niha weke fîzîkî ji me dûr e, lê fikir û hîskirin dihêle ku mesafeyên di navbera me de ji holê rabin. Evîna herî mezin bi bawerî û têkoşînê tê jiyîn. Dema ku em ji rêya pîroz bawer bikin, pê re werin girêdan, wê demê em dikarin di vê rêyê de bimeşin û têkoşîna herî xurt bi serfirazî pêk bînin. Weke jinekê yek ji daxwaza min ya sereke gihîştina heqîqeta jiyanê ye. Û ez dizanim her ku ez xwe nas bikim û bigihîjim asta kesayeta jina azad ewqasî bikaribim azadiya Rêbertî pêkan bikim.
Bi rastî heta roja îro Rêbertî kedeke pir mezin ji bo avakirina kesayet û rêxistinbûna jina azad daye. Berdêlên pir mezin hate dayîn, lê niha jin di pêşketina dîroka azadiya gelan de risteke herî diyarker girtiye ser milê xwe û têkoşîn dike. Ji ber vê yekê ger ku em dixwazin bersiva keda Rêbertî bidin wê demê heta kêliya serkeftinê em ê berxwe bidin. Bi hebûna jina azad, pêşerojên azad diyarî Rêbertî û gelên azadixwaz bikin.