Şopa Heqîqetê
Şopa Heqîqetê
Rûken Ercan Helincê
Heqîqet îro di nava fikrê Rêber Apo de zindî ye. Heqîqeta ku Rêber Apo afirandiye, di nava dilê her şoreşgerekê/î de wekî peyvên zêrîn hatiye gerandin. Heqîqeta rast rastiya me û ya gelê me ye. Her gotina Rêber Apo wek çirûskek ji agir di dilê me de geş dibe. Wek zarokên vê welatî mîna Manî, Mensûrê Helac ku bi agirê şaristaniyê hatin şewitandin. Ji ber vê yekê Mensûr dibêje: “En-el heq bihîst ku ez di nava şaristaniyê de hatim şewatandin. Lê agahiya min ji min nîn bû.”
Dema nivîsa destana mirovahiyê heqîqet bi nav kiribû, wek enerjiyekê di dilê min, hundirê min û mêjiyê min de wek behra Îmraliyê ez ber bi rêber Apo ve herikandim. Dema ku Rêberê heqîqetê behsa azadiyê dikir, min jî xwe lêpirsîn dikir. “Ka dayîka xwedawend” a ku herdemê heskirina jiyanê ava dike. Ji ber çavê min her dem azadiyê digere, dilê min her dem evîna Kurd dixwaze, guhê min her dem dixwaze dengê Rêber Apo bibihîze. Zimanê min dibêje, eger jiyana xwezayî hişk bibe wê bi felsefa Heqîqetê ji nû de şîn bibe û bibe jiyan.