
Şêniyên Bajarê Qamişlo Şehîd Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê Oxir Kirin.
Hevrêyên me Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê yên ku li Kobanê di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de bi balefireke bê mirov şehîd bibûn, bi merasîmekê hate oxirkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo axaftinek hate kirin û di axaftinê de teqezî li ser şopandina rêya şehîdan hate kirin. û armancên wan pêk bînin . Merasîm bi radestkirina wêsîqeyên şehîda ji bo malbatên hevrêyên me bi dawî bû û di dawiya merasîmê de tabût li ser milan ji aliyê hevrêyên xwe ve bi serbilindî birin ser goristana şehîd Delîl Sarûxan.
Navenda Ragihandina YPJ