Her sal di rêya têkoşînê de serdemeke nû ye ji bo pîrozkirina salvegera cangoriyên azadiyê

6

Her sal di rêya têkoşînê de serdemeke nû ye ji bo pîrozkirina salvegera cangoriyên azadiyê

Di 6’ê Nîsana 2015’an de salvegera şehadeta têkoşera azadiyê ya leheng Viyan Peyman û Amara Boutan a ku xwedî rûyekî ronî û tijî azadî, keça Dirbêsiyê a ku bi coş û kelecana xwe di hate naskirin.

Dema em têkoşîna azadiyê û berxwedana gelê vî welatî li bajarê Kobanê bi bîr tînin, wê demê em dizanin ku yên ku xwîn û xwîdana xwe ya pak rijandine, ji bo ku ala serkeftinê li esîmanê wî bilind bikin, mirovên bi armancên mezin û dilên tijî bawerî û vîneke bênavber, wek şehîda leheng Viyan Biman û xwediya rihê şoreşgerî û hêza şoreşgerî Amara Boutan ku bi coş, çalak û hezkirina xwe ya ji jiyanê re rastiya xwe derxist holê. Bi fedekariya ciwantî  ji bo xaka welat tiştê herî bi nirx ji bo gelê xwe kirin qurban. Wan nemiriya xwe di rûpelên dîrokê de bi gotin û wateyên herî bilind nivîsandin.

Têkoşera pêşeng Vian Peyman mohra xwe li berxwedana serdemê ya Kobanê da û sirûda jiyana azad got, da ku dengê wê li her derê be.

Li ser vê bîranîna pîroz, em soza xwe ji şehîdan, malbatên wan û gelê xwe yê berxwedêr re nû dikin ku heta bigihêjin armancên ku ji bo wan têdikoşin kirin û  canê xwe feda kirin, di rêya wan de gavên xurt biavêjin û heta ku gelê me û tevahî mirovahiyê bigihêjin aştiyê, têkoşînê bimeşînin û bighîjin azadiyê.

 

Navenda Ragihandina YPJ