
Kongra Netewî ya Kurdistanê, hevdîtinên xwe li Rojava didomînin
Kongra Netewî ya Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên bi partî, rêxistin û saziyên siyasî re, didomînin. Di 6’ê Gulanê de jî şandeya ku hatiye Rojava bi fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê re hevdîtin pêk anîn. Hevseroka giştî ya Kongra Netewî ya Kurdistanê, Zeyneb Mûrad hatina wan ya ji Rojava re bi şanazî û kêfxweşî anî ziman û got: “Me weke Şandeya KNK li Rojavayê Kurdistanê gelek hevdîtin bi sazî û rêxistinên siyasî hemû rêveberiyên di asta Bakur-Rojhilatê Sûriyê re kir. Îro jî bi taybet bi fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ re me hevdîtin kir. Bi rastî ev ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye, ji ber ku em YPJ weke hêzeke netewî ji bo parastina rûmet, ax û welatê me, dibînin.”
‘Bi Hebuna YPJ Hêviyek Mezin Ket Dilê Jinên Aazadixwaz’
Hevseroka giştî ya Kongra Netewî ya Kurdistanê, Zeyneb Mûrad rola YPJ ya dîrokî nirxand û diyar kir ku YPJ ji tevahî jinan re bûye hêviyeke mezin û axaftinên xwe wiha domand: “Em weke jinên Kurd, bi serbilindî di nava hemû civakên navdewletî de dema tînin ziman ku hêzeke me jinên Kurd heye ku hem di asta civakî, şer û bertekdayîna li hember dagirkeriyê de, têkoşîn dikin, em bi vê gelek serfiraz dibin.” Zeyneb Mûrad bi bîr dixe ku divê neyê jibîr kirin ku YPJ roleke pir mezin û girîng, di şekandina çeteyên DAÎŞ’ê de, dileyize. Û diyar dike ku bi şoreşa jin û berxwedana jinan dijminê cîhanê, hate bi binxistin.
‘Ee Bejna Xwe Li Hember Cangoriyên Fedaî Yên Jin Ditewinin’
Herî dawî jî Zeyneb Mûrad anî ziman ku hemû xebatên ku jin têde cih girtiye, bi saya giyanên ku xwe feda kirine de, gihaye roja îro û axaftinên xwe wiha bi dawîa kir: “ Em hemû giyanfedayîyên jin ku canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Em bi rêz û mînetdarî bejna xwe li hember wan ditewînin. Bi taybet jî xebatên dîplomasiya jin ku roja îro di cîhanê de deng vedaye, ew bi saya hevalên me yên jin ku li ser xaka Kurdistanê xebat kirine û canê xwe feda kirine ye.”
Navenda Ragihandina YPJ e
07.05.2025