NûçeWêne

Serdana Şandeyek Ji Nûnerên Dêrên Sûriyê Ji YPJ’ê Re

‘Em Pir Kêfxweşin Ku Hêzeke Jin Ji Bo Parastina Jin û Civakê Heye’

Şandeyek nûnerên Dêrên Sûriyê, li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi Yekîneyên Parastina Jin re hevdîtin pêk anîn

Di dîroka 8’ê Gulanê de rahîbeyên nûner ên dêrên Sûriyê, serdana YPJ’ê kirin. Şandeya ku hevdîtin bi YPJ’ê re pêk anî, ji berdevka Rahibên El Fernînsîskan a El Meryemîyat, Tîrêz Îlyas Kenakirî (Sûriyeyî), Nadya Emîn Xalî (Misrî), Marî Habîb Kîroz (Lubnanî) û yek ji fermandarên YPJ’ê Viyan Adar, berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed û Endamên Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer û Lana Hisên jî amede bûn. Destpêkê ji hêla rêveberiya têkiliyên YPJ’ê Viyan Adar ve bi xêrhatina şandeyê hate kirin. Şandeya dêrên Sûriyê jî ji bo pêşwazîkirin wan ê ji hêla YPJ’ê ve, spasiya xwe anîn ziman.

‘Em Pir Kêfxweşin Ku Hêzeke Jin Ji Bo Parastina Jin û Civakê Heye’

Ji ber ku cara yekê bû, şandeya dêrên Sûriyê serdana YPJ’ê dikir, bi hezkirin û kêfxweşî hestên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Em pir kêfxweşin ku hêzeke jin ji bo parastina jin û civakê heye. Dibe ku rêbazên têkoşîna me ne weke hev in, lê em xwedî heman armancan in. Ji wan yên sereke jî mirovatî, aşîtî û wekhevî ye.”

Şande herî zêde dixwestin ji YPJ’ê bi xwe guhdar bikin ku ew jiyana xwe çawa bi rêxistin dikin. ji hêla YPJ’ê jî danasîna jiyana YPJ’ê û çawa xwe di nava refên parastinê de birêxistin dikin, çêbû. YPJ’ê diyar kir ku ew bi taybet di warên fikrî de herî zêde dixwazin guherînê bidin çêkirin û bi armanca civakeke demokratîk ku têde hebûna jin diyar be,welatê xwe ava bikin û anîn zimanku YPJ wê di têkoşîna xwe ya ji bo azadî û parastina civakê de heya dawiyê bixebitin û têkoşîn bikin.

Hevdîtin bi nîqaş û goftugoyan dewam kir û herî dawî jî ji hêla YPJ’ê ve spasiya şandeya rahîbeyên dêrên Sûriyê hate kirin.

Navenda Ragihandina YPJ’ê

08.05.2025

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu