Bi boneya salvegera şehadeta Nêrgiz Dilda Welat, Cûdî Tolhildan, Axîn Koçer, Sema Hesekê, Tolhildan Serêkaniyê û Egîd Dirbêsiyê ku di 9’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bibûn, îro di saet 11:00’an de bi merasîmeke leşkerî li bajarê Hesekê hatin bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre, Endama Konseya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer axivî û di şexsê Nêrgiz, Cûdî, Axîn, Sema, Tolhildan û Egîd de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û ev roj li gelê welatparêz, malbatên Şehîdan û Rêberê mirovahiyê Rêber APO pîroz kir.
Kurdistan Koçer anî ziman ku ev sala derbasbûyî saleke tijî bû û di aliyê siyasî, leşkerî de gelek guhertin hatin jiyankirin û wiha nirxand: Em hemû şervanên van hevalane, ne bi saya van hevalan bûya em îro weke şervan, bi ewle nedikarîn jiyan bikin. Em weke şervanên YPJ’ê pêwîste em hertim çalakiya wan ya fedayî ku hetanî kêliya dawiyê ya ku li ber xwe dayî, ji bo ku rûmeta mirovahiyê biparêzin, bêyî ku cûdahiya neteweyan îro di Sûriyê de jiyan dikin, bike, bêyî ku teslîmyetê qebûl bikin, canê xwe fedayî ax û welatê xwe kirin.
Kurdistan Koçer diyar kir ku di nava van lehengan de, yên ji pêkhateyên Ereb û dayîk jî hebû û anî ziman ku heval Tolhildan rûxmê ku dayîk jî bû ti tiştek li pêşiya meşa wê ya azadiyê nekir asteng. Rûxmî ku birîndar jî bû, heta gihişte şehadetê gav paşde neavêt.
Kurdistan got ku em weke şervanên YPJ’ê, pêwîste em berxwedanî û çalakiya van hevalan ji xwere bikin mînak. Ji ber yê ku me berbi azadiyê ve, berbi heqîqetê ve, berbi serkeftinê ve bibe encex ev heval bin. Pêwîste ev heval her roj, her kêlî di dil û mejiyê me de bêne jiyankirin û bibîranîn.
Kurdistan li ser hilweşandina Rejîma Baas ku duh yekemîn salvegera wê bû ev tişt bibîr xist û wiha anî ziman: Roja ketina Rejîma Baas’ê, roja ketina dewleta faşîst bû. Her ku diçe êrîş li ser gel û şervanên me zêdetir dibe. Di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin ku em ruhê fedayî yê van hevalan zindî bikin.
Endama Konseya Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew weke hêz, weke şervan ti rêyeke din nahilbijêrin û got: soza ku me daye van şehîdên xwe, ev çalakiya pîroz, çalakiya ku êdî dîrok behsa wê berxwedaniya ku li Minbicê hatî meşandin dike, divê em rihê van hevalan timî di jiyana xwe de zindî bikin.
Bi boneya vê rojê, çalakiya van hevalan em li tevahî maltên şehîdan pîroz dikin û em dibêjin em weke Hêzên Parastina Jin soza xwe nû dikin. Berxwedaniya ku li Bendava Tişrîn, Pira Qaraqozaq û Dêrhafirê hatî meşandin îro hemû bi saya têkoşîna çalakiya van hevalane. Em ji tevahî gelê xwere, soza xwe nû dikin û wê têkoşîna me dehqad dinê zêdetir bibe, da ku em bikaribin xewn û xeyalên van şehîdên xwe û çalakiya wan zindî bikin, em di vîna de bi israrin .
Di dawiyê de siloganên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
09.12.2025







