Ji Bo Gelê Me û Raya Gîştî

27

Her şehîdek felsefeya jiyana azade. Tovên jiyana azad ku bi salane li ser van axan bi destên keç û xortên serhildêr ve tên şitilkirin, her kêlî berdêlên giranbuhabi awayekî birûmet hêza wateyê diyarî gelan dike. Derwêş û Edûleyên hemdem bi şkandina hêzên tarî ve, ji bo înşa kirina jiyana wekhevû bi edalet bi salane di heman çeperan de, li hember dagirker û desthilatdaran bi her guleyekî re  ji bo avakirina hevjiyana azad mil bi mil şer dikin. Hebûna jin ku dibin feraseta zayendperestî de diperçiqiya, careke din li Rojavayê Kurdistanê bi xwe rêxistinkirin û şerkirinê re hebûna xwe weke jin bi wateyê re gihande hevdû. Ji bo tevahiya jin û gelên cîhanê bûn banga jiyana birûmet. Jiyana wekhev azweriya azadiyê dixwaze. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja meya îro, di hemû çeperên şer û jiyanê de bi sedan jinên leheng ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe, bi hemû hêz û vîna xwe ve destanên lehengiyê nivîsandin. Ji van Lehengan yek jî Fermandara me Azadî Helepçe bû ku ew bi tarzê jiyan û fermandariya xwe ve bû yek ji remza jina ku jiyana azad diafrîne.

Di seri de em ji Rêber Apo, ji malbata xwe ya heja û welatparêz re tevahî gelê xweyê azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin.Rêhevala me Azadî Helebçe bi nasnav Helepçe Bekirsala 1989’an de li bajarê Efrînê dayik dibe. Di nava çanda resen ku di hûndirê xwe de dîrokekî qedîm hildide de mezin dibe. Di nava malbatê de jî bi kesayeta xwe ya dilnizm, jîr û jêhatî derdikeve pêş. Hîn di temenekî biçûk de nakokiyên pir mezin jiyan dike. Li ser Rêberê Gelê Kurd û doza azadiyê gelek lêhûrbûnên kur jiyan dike. Li zanîngehê de beşa huquq dixwîne, di van deman de li ser rewşa jin lekolînan dike û vê derbarê de nêrînên Rêber Apo bandor dibe. Ji bo li dijî zayendperestiya di nava civakê de têkoşîna xwe hin aktîftir bike sala 2012’an de tevlî xebatên ciwanan dibe. Gelek ciwanan bi rêxistin dike û dinava gel û ciwanan de dibe cihê heskirin û rêzdayinê. Ev xebat tenê ji bo asoyên rêhevala me têrê nake û ew edî ji bo têkoşîna xwe mayinde bike heman salê de tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Di despêka şoreşê de di nav hemû zor û zehmetiyên şerê Rojava de xwe wek şoreşgerekî avadike. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re erk û berpirsiyariya şoreşê girtiye ser milên xwe, ji bo ku weke jineke Kurd xwedî li mîrasa jina azad derbikeve, di gelek qadên şoreşê de bûye xwedî kedeke mezin.

Di jiyanê de û di şer de jî bi kesayeta xwe ya çalak ve dibe pêşengê rêheval û gelê xwe. Di demekî kin de dibe xwedî ezmûn û danehevên pir girîng.  Her wiha ji bo avakirina kesayetên li gorî feraseta netewa demokratîk, cîhê xwe demekê di xebatên  perwerdehiyê de jî digre. Di van perwerdeyan de gelek rêhevalên xwe di asta pêşeng de amade dike. Piştre ji bo erka xwe li hember welatê xwe di asteke herî jor de bigre ser milên xwe, berê xwe dide çeperên şer. Rêhevala me Azadî di gelek çeperên şer de bi awayekî lehengane şer dike, tevî ku birîndar dibe jî her kelî giyana xwe bi azweriya azadiyê mezin dike û bi kelecaneke mezin di qadên şer de rista pêşengtiyê dilize. Piştî ku di çepera şer de birîndar dibe, vê ji xwere nake asteng û wek Reveberiya Federasyona Gazîyên şer ya Bakur Rojhilatê Sûrîyê erk hildigre ser milê xwe û  xebatên giring dide meşandin.  Piştî demekê dema ku birîndariyên wê lê giran dibe dubare derbasî tedawiyê dibe. Herî dawî di pêvajoya tedawiyê de rûxmî hemû hewldanan tevlî karwanên şehîdan dibe.

Nav û Paşnav: AZADÎ HELEBÇE

Nav û Paşnavê Rast: HELEBÇE BEKIR

Navê Dayik: MEWLÎDE

Navê Bav: MIHEMED

Dîroka Şehadetê: 2025

Rêhevala me Azadî Helebçe ji kêliya ku gavê xwe avêtiye nava kar û xebatên şoreşê, di her qada ku xebat daye meşandin de dilwêriyeke mezin tevgeriya ye. Di jiyanê de bi rûkenî û dilgermiya xwe ve cihê xwe di nava dilê hemû rêhevalên xwe de daye avakirin. Fermadar Azadî di nava meşeke şoreşgerî ya bê eman de, weke jineke têkoşer bi îdayeke mezin, serî ji tu bêmafî, paşverûtî û êrîşan re netewandiye.Her çiqasî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên emperyalîst ve polîtîkayên qirkirin, bişaftin û talankirinê were meşandin jî, vîna jina berxwedêr ji bo parastina ax û gelê xwebedena xwe kiriye mertal. Bi her dilopek xwîna xwe, di her çeperekê de li ser van axan destan nivîsandine.

Em wek Yekîneya Parastina Jin (YPJ), ji şehadeta qehremanên gelê xwe serbilindin. Em wek rêhevalên wê soz didin ku heya em negihejin serkeftinên xakên kevnar yên mirovahiyê û Azadiya fîzîkî ya Rêber APO, emê dev ji vê tekoşînê bernedin. Emê li pêy şopa şehîdên xwe de xwedî li mîrateya şehîdên qehreman derbikevin. Em dubare ji malbata rêhevala xwe û hemû gelên xwe yê serhilder resersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên hevrêya xwe ya Şehîd Azadî bi serkeftinê tacîdar bikin.

                                           Silav û Rêzên Şoreşgerî

                                                   10.12.2025

                                       Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê