Şervanên Azadiyê Li Kolanan Parastina Ax Û Rûmeta Xwe Dikin

37

Bi şerê Gelê Şoreşgerî şervan û gel bi hev re kolan bi kolan parastina axa xwe dikin. Şervanên azadiyê diyarkirin ew ê nehêlin çeteyên hikûmeta veguhêz a Şamê û dewleta Tirk a dagirker bihostek axa wan dagir bike.
Şervana YPJ’ê Berfîn Qeremox axivî û anî ziman ku bila gelê me bi zarok û şervanên xwe bawerbin, çi ji me were xwestin ji bo vî gelî em amadene.
Şervanê YPG Ehmed Qamişlo axivî û ev tişt anî ziman: ‘Ger ku em canê xwe jî bidin em amadene ji bo vê axê û vî welatî şer bikin’.
Şervana YPJ’ê Axîn Qamişlo jî axivî û wiha anî ziman: ‘Bila gele me ji me bawer be, em nahêlin dijmin yek bihot derbasî ser axa me bibe.’
Şervanê YPG Rodî Hesekê jî diyar kir ku li ser Medya Civakî şerek taybet li ser gele me tê meşandin û wiha anî ziman: ‘Heta noqteyek xwîn di canê me de hebe em ê ji bo parastina vê axê têbbikoşin. Heta Keziyeke jinê biheje wê gelê Kurd hemû pêre biheje. Hesekê ji bo me xeta sore.’