Di merasîma şehîd Salih Muslim de hat gotin ku Bavê Welat bi salan ji bo doza Kurdî têkoşiya, divê yekitiya gelê Kurd xurt bibe û gelê Kurd dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî kiriye.
Karwanê cenazeya endamê Desteya Hevserokatî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîd Salih Muslim ji Meclisa Malbatên Şehîdan berbi Pakrewangeha Şehîd Dicla ve bi rê ket.
Şandeya ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê QSD`ê, şande ji herêma Cizîrê tevlê oxirkirina şehîd Salih Muslim bûn. Piştî karwan gihîşte Pakrewangehê deqeyekê rêz li ser giyanê şehîdan hat girtin. Piştî wê bi navê şandeya Bakurê Kurdistanê Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM partî) Tuncer Bakirhan axivî û got: “Bi navê hemû xelkê Bakurê Kurdistanê em sersaxî ji malbata Şehîd Salih Muslim re dixwazin. Ez şehîd Salih Muslim ji nêz ve dinasim. Ew şoreşger, siyasetmedar û têkoşînvan bû. Bi salane ji bo gelê Kurd têdikoşiya. Ew şehîdê gelê Kurd e û em soz didin şehîd Salih Muslim ku em ê xeyal û hedefên wî pêk bînin.
Piştî wê peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo şehadeta Salih Muslim rêkiribû, hat xwendin.
Hevjîna şehîd, Ayşe Efendî, bal kişand ser kesayeta bêhempa yê Salih Muslim. Wê pabendbûna xwe ya şopandina şopa wî piştrast kir, berpirsiyariya berdewamiya têkoşîna ji bo armancên ku ew ji bo wan jiya hilgirtiye ser xwe. Wê got, “Salih Muslim ne tenê hevjînek bû; ew mînakek sebir û biryardariyê bû. Wî bawer dikir ku her kêliyek jiyana wî xwedî wateyek kûr e û divê siyaset û azwerî di têkoşîna wî de yekpare bin.”
Di berdewamiya merasîmê de siyasetmedar Leyla Zana axivî û got:` Hêviyên we yên mezin wê bibe riya azadiyê. Em sersaxî ji malbat şehîd Salih Muslim re dixwazin. Ji bo em azad bijîn, an jî jiyan nekin we heyanî vê pêvajoyê têkoşîneke xurt da meşandin. Divê em ji têkoşîna xwe û têkoşîna zarokên xwe bawer bin. Rêber Abdullah Ocalan li ser tiştekî girîng sekinî ew jî Neteweya Demokratîk e. Lê belê me ji Rêber Abdullah Ocalan fêmnekir. Sala 2015`an ji min re got:`Ez ne li dijî me ku dewletekî Kurdan çêbibe lê belê ez dibêjim divê Kurd li gorî hêz û enerjiya xwe tevbigerin. Cîhan tê guhertin û divê em ji wê re amade bin. Îro cîhan aşitiyane jiyan nake.`
Leyla Zana di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: Gelê Kurd xwediyê hêviyekî mezin e. Îro ji duh baştir e, sibe jî wê ji îro baştir be. Divê em ji gelê xwe bawer bin. Em ne li dijî tu gel û netewane û em mafên wan dixwazin. Ji bo em azad bijîn divê em têbikoşin. Hatina Kobanê ji bo min xeyalek bû. Ez niha li Kobanê me. Divê yekitiya gelê Kurd hîn xurtir bibe û aştî bê gelê Kurd nabe.
Siyasetmedar Leyla Zana di dawiya gotinên xwe de got: “Salih Muslim jiyana xwe hemû da doza gelê Kurd. Bi xwe nedifikirî û bi gelê xwe fikirî.”
Li ser navê şandeya Başûrê Kurdistanê jî Serdar Abdullah axivî û got:“Ji bo me şerefekî mezin e ku em li Kobanê ne û em tevlî merasîma têkoşer Salih Muslim (Bavê Welat) bûne. Kobanê bajarê ku teror têk bir. Bi saya Kobanê niha aştî li cîhanê heye. Bavê Welat têkoşerekî xurt bû. Ev bû sedê salan em ji bo doza Kurdî têdikoşin. Şehîd Salih Muslim jî yek ji têkoşerên ji bo doza Kurdî têkoşîn dikir. Gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gihîştin hinek mafên xwe û em hêvî dikin ku gelê Kurd ên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî bighîjin mafên xwe.”
Piştre Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî axivî û got: ”Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobanê merasîma cenaze tê li darxistin.” Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî di merasîmê de axivî û balkişand ser jiyan û têkoşîna Salih Muslim.
Ebdî ji malbatê re sersaxî xwest û anî ziman ku Bavê Welat kesayetek mînak a gelê Kurd bûye. Ebdî wiha axivî: “Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de cih girt. Hemû dijwariyê têkoşînê jiyan. Ne tenê wekî siyasetmedarekê bû. Ji destpêkê heta niha di nav tevgera siyasî ya Kurd de cih girt. Ji salên 1980 an heta niha li dijî rejîmê dest bi têkoşînê kir. Dema pêwist kir, di nav xebatên civakî, siyasî û rêxistinî de cih girt. Girtin, bedel û zehmetî da ber çavan û xebat dida meşand.”
Ebdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta pir alî ya Muslim û wiha domand: “Dema pêwist kir serî netewand û derket çiyan xebat meşand. Dema pêwist kir xebatên yekîtiyê, xebatên dîplomasiyê meşandin. Doza me ji herkesi baştir temsîl kir. Dema pêwist bû endamê PYD ê bû, dema pêwist kir di asta siyaseta Sûriyê de xebat kir. Pêşengê siyaseta me bû, şehîdê doza gelê Kurd bû. Îro tişta ku em bikin û soza bidin Bavê Welat ew e ku emê dê têkoşînê bidomînin.”
Têkildarî geşedanên li Sûriyê û Rojvayê Kurdistanê jî Ebdî ev agahî dan: “Wekî hun dizanin ku em ji Sibatê heta niha ketin merhaleyek nû. Ji bo me demek nû ye. Wekî Rêveberiya Xweser û HSDê me tişta dikeve ser milê me pêk anî. Hemû pêwistiyên dikevin berê me, hatin bi cihanîn. Niha êdî divê Hikûmeta Şamê pêwistiyên peymanê bi cih bîne.”
Li ser gavên ku divê Şam niha bavêje jî Ebdî wiha got: “Hêj mijarên cenazeyên şehîdan û girtiyan hene. Divê berî Newrozê ev gav bên avêtin. Koçberên Efrîn û Serêkaniyê divê vegerin. A herî girîng di çarçoveya rêkeftinê de divê taybetiyên herêmên Kurdî bên dîtin. Di aliyê leşkeri, îdarî û ewlehiyê de taybetiyên bajarên Kurdan bên naskirin. Ev tiştên Hikûmeta Şamê pêk bînin e.”
Ebdî derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kirin û wiha pêde çû: “2012an, 19 ê Tîrmehê li vir Şoreşa Rojava dest pê kir. 14 sal derbas bûn. Me têkoşînek mezin da û axa xwe parast. Ji niha pêve jî em dê xwe biparêzin. Merheleya nû li ser vê têkoşînê dest pê dike. Divê em xwe ji bo vê jî amade bikin. Dibe rojên pêşiya me de navên saziyên me yên heyîn di çarçoveya resmiyeta Dewleta Sûriyê de ji nûve bên sererast kirin. Dibe em navên din bikarbînin. Lê belê saziyên me dê wekî xwe bimînin. Li herêma Kurdan dê Kurd xwe bi rêve bibin.”
Ebdî derbirî ku di merhaleya nû de divê xebat û têkoşîn mezintir bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em xwe amade bikin. Tişta niha em dixwazin, di hizûra şehîdan de, em bi hev re merheleya nû bimeşînin. Berî wê jî çawa fedakarî û lehengiyek mezin pêk hat, divê îro em xurtir bi hev re bimeşin. Dem dema hemleyek nû ye. Têkoşîn berdewam dike. Em dê armancên şehîdan pêk bînin. Ji bo parastina herêmên xwe me gelek şehîd dan, em hêvî dikin ku em carek din şehîdan nedin. Ji bo vê têkoşînek siyasî ya xurt lazim e. Lê êdî divê têkoşîna têkoşînek siyasi, îdarî û aborî be. Divê bi her awayî herêma me ji bo Sûriyê re bibe mînak.”
Piştî axavtina Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî dawî bû.
Di merasîmê de peyamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakurê Kurdistanê û Dayîkên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê jî hatin xwendin. Peyam ji hêla Aras Hiso ve hate xwendin. Di peyamê Malbatên Şehîdan de sersaxî ji malbata Muslim re hate xwestin û wiha hate gotin: “Em wekî malbatên şehîdan bi şehadeta Bavê Welat ku rêhevalek Rêber Apo û pêşengê Şoreşa Rojava bû gelek xemgîn û dil biêş in. Lê şehadeta girêdana me bi şehîdan re mezintir dike.” Her wiha di peyamê de hate ragihandin ku dê doza şehîdan bê meşandin û bi serkeftinê bê tacîdarkirin. Di peyama Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê de jî sersaxî ji malbatê hate xwestin û soza meşandina doza Salih Muslim û rêhevalên wî hate dayîn.
Di merasîmê de bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana QSD’e”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bavê Welat nemire” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Navenda Ragihandina YPJ
15-03-2026










