Home 2026 Ji Gelê me û Raya Giştî Re

Ji Gelê me û Raya Giştî Re

225

Li ser van xakên pîroz, bi sedsalane bi xwîna pakrewanan destanên lehengiyê tê nivîsandin. Keç û xortên Kurd,  ji bo rûmeta gelê xwe, her dem canê xwe feda dikin. Bi çirûskên pêşîn ên Şoreşa Rojava re, bi sedan dilên ciwan ên ku ji bo azadiyê lê didan, berê meşaleyên xwe dan tarîtiya sedsalan û ber bi refên azadiyê ve meşiyan. Di vê meşa pîroz a gelê Kurd de, jin bûn stêrkên herî geş ên asîmanên welat. Wan bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re ne tenê di eniyên şer de berxwedan, di heman demê de bûn mîmarên jiyaneke nû, wekhev û bi edalet; wan bingeha jiyana azad avakirin. Hevrêya me Kurdistan (Nesrîn Ebdulrehman Celo) jî, bi hezkirineke mezin bû şopdara vê heqîqeta pîroz.

Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber APO re, ji malbata hevrêya xwe ya hêja û fedakar, û ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ku bi şehîdên xwe serbilindin re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya me Kurdistan, di sala 2008’an de li Dêrika rengîn, di nava malbat û hawîrdoreke welatparêz a ku dilê wan bi evîna welat lê didê, hat dinê. Ew di zaroktiya xwe de bi vegotinên çanda şoreşgerî û destanên lehengên azadiyê re mezin dibe. Rastî û kûrahiya têkoşîna azadiya Kurdistanê, wekî xêzeke zêrîn di raman û kesayetiya hevrêya me Kurdistan de cih girt. Weke jineke ciwan sepandinên hişmendiya desthildar ya li ser jinê qebûl nekir, bi berpirsiyariyeke mezin û bi rûhekî fedaî berê xwe da nava refên YPJ’ê.

Di demeke kurt de, bi tevlîbûna xwe ya çalak, bi coş û kelecana xwe ya ku sînor nas nedikir, di nava hevrêyên xwe de bû mînak û çavkaniya moralê. Wê jiyan her dem bi rûkeniya xwe ya geş, watedar dikir û dixemiland. Hevrêya me Kurdistan, di her kêliya jiyanê de, bi dilsoziyeke kûr bi xeta azadiya jinê ve girêdayî bû, ew bu stêrkeke ku tu carî li asîmanê azadiyê winda nabe.

Hevrê Kurdistan di dîroka 16’ê meha Tîrmehê  di encama qezayekê de tevlî karwanên nemiran bû. Weke rêhevalên wê em gelek xemgînin, lê em rastiya ku şehîdên me bi jiyana xwe afirandine bawer in. Şehîdên me ji bo jiyaneke wekhev û bi rûmet têkoşiyan û canê xwe feda kirin. Bi dildareke bê dawî û bi vîneke ji polayî em dilsoziya xwe ye ji bo şêhîdên doza azadiyê nû dikin. Emê heta hênaseya xwe ye dawî ji bo azadî û aramiya welat,  di ronahiya rêya şêhîdan de têbikoşin.

 

FERMANDARIYA GIŞTÎ A YPJ

21.07.2026

 

Nav û Paşnav: Kurdistan

Nav Û Paşnavê Rast: Nisrîn Ebdulrehman Cîlo

Cihê Ji Dayikbûnê: Derna Axê

Navê Dayik: Mecbora

Navê Bav: Ebdulrehman

Cîh Û Dîroka Şehadetê:16/07/2026