Home 2026 HUNERMEND COMERT Û HUNERMEND BERBANG SERDANA YPJ’Ê KIRIN

HUNERMEND COMERT Û HUNERMEND BERBANG SERDANA YPJ’Ê KIRIN

117

Îro di saet 09:00’an de hunermend Comert û hunermend Berbang serdana Navenda YPJ’ê kirin. Hunermend ji aliye Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed a Endama Konseya Leşkerî Berxwedan Qamişlo û Roj Amûdê ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de Hunermend Comert axivî û wiha anî ziman: mirov nikare êşê  pênase  bike, lê belê moral , manewiyet û felsefeya ku cepheya jinê ya li hemberî DAIŞ’ê cuda bû , ango  dema ku  DAIŞ’ê digot  bila  jin me nekuje, ger em bi destê jinê werin kuştin em ê herin cehnemê.

Piştre hunermend Berbang jî axivî û ev tişt anî ziman: ‘Yê ku jiyanê li me bide qebûlkirin, yê ku mafê gelê Kurd bide mîsogerkirin yek jê cepheya  ku jina Kurd tê de cih digire. Yê ku şerê herî zêde li hemberî DAIŞ’ê da meşandin jina Kurd bû.

Her wiha Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed jî ev tişt anî ziman: ‘Em weke  YPJ’ê  îdeolojiya ku pê rabûne ,  ew îdeolojiya Rêbertî bû, kesayeta me wê çi be,  ji ber ku hemû tiştê ku pêşkêşî me kiriye heta ku em gihaştin vê radeyê , YPJ’ê bi nav û deng bûye ev îdeolojiya Rêbertî û sekna gelê  me bandor  li me kiriye. Ev hêz ji bo me bûye  sedema  ku heta niha em li ser lingan mane.

Piştî axaftinê van  hunermendan du berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Berdevka YPJ’ê diyarî da  herdu hunermend.